500 lotikvan beşdarî Kongreya Netewî dibin

Civîna li Hewlêrê û biryara pêkanîna Kongreyek Netewî, belkî di dîroka Kurdistanê de gavek ji gavên herî girîng û pîroz e.

Komîteya amadekar a ku ji 21 kesan pêk tê, dest bi amadekarî û lotikên kongreyê kir. Di civîna duyem a komîteya amadekar de (ku dîsa li Hewlêrê pêk hat) hinek biryar hatin girtin, rê, plan û rêçûna kongreyê hat nîqaşkirin.

Di civînê de hat destnîşankirin ku kongre bi 500 delegeyan bicive. Delegeyên kongreyê wê ji 40 partî û rêxistinên cuda, ji xort, jin û kesên serbixwe pêk bên. Ji bo partîyên siyasî %45, ji bo jinan %40, ji bo rêxistinên sivîl %30 ji bo xort û ciwanan %10 û ji bo şexsîyetên serbixwe jî %10 kota (par) hat veqetandin.

komite-kongre

Hat ragihandin ku di amadekirina plan û projeyên sereke de xebatên komisyonan cîh digirin. Biryar hat girtin ku komisyonên wek „Komisyona azadîya jinê, komisyona xortan, komisyona dîplomasîyê, komisyona belgeyên stratejîk û prensîpên netewî, komisyona protokolan û wekî din bên avakirin.

Li gora ku Lotikxanecîyên sererd û binerd radigihînin, dibêjin biryar hatiye girtin ku kongre di nava mehekê de pêk bê. Lê dîsa jî wê şert û mercên siyaseta navnetewî li ber çav bê girtin û li gora wê lotik ên avêtin.

Dîsa li gora ku Lotikxanecîyên sererd û binerd radigihînin, dibêjin komisyon wê pêşniyazên ku wek biryar ji bo kongreyê bên pêşkêşkirin amade bikin. Di van pêşniyazan de, wê ne berjewendîyên partî û rêxistinan, lê wê berjewendîyên netewî li ber çav bên girtin.

Axir, heke agahdarîyên sîxur û ajanên Lotikxanê rast bin, wê di vê kongreya netewî de biryarên xweş û geş, germik û nermik derkevin, wê ne berjewendîyên partîyan lê berjewendîyên netewî wek bingeh bên girtin û di dîroka Kurdistanê de cara yekem wê Kurd bi îradeyek netewî tevbigerin û dest bi lotikan bikin.

Ê de li ser xêrê be rebbî….

Heçê berjewendîyên netewî bike qurbana berjewendîyên şexsî û rêxistinî, xwedê mala wî/wê bibe mîratê, xwedê topa qiyametê di nav lingên wî/wê de biteqîne û xelas…

Hewlêr

About The Author