Bi saxî xêr nedît, piştî mir bi qîmet bû

Bi saxî kes bi qîmetê kesî nizane, lê piştî mirinê Kurdên me ji hinekan re dibin malzemeyên siyaseta qirêj.

Mamê me Şerafettîn Elçî (ku yek ji damezrênerê PDK-Bakur -TKDP-1965) bû, di dema xwe de kar û xizmetên baş ji Kurdan re kir. Gellek caran di çavê dewleta Tirko de bû pîj û kelem û ket ber lotikên dewletê. Lê piştî mirina wî, ji bo ku Kasimpaşalî Receb xwe hinekî din li ber dilê Kudan şîrîn bike, rabû navê wî li „Balafirgeha Şernexê“ kir û navê balafirgehê kir „Balafirgeha Şerafettîn Elçî“.

serafettin elci Kopie

Lê bawer bikin ev jî henekpêkirinek e.

Kasimpaşalî yê ku navê Şerafettîn Elçî li balafirgehê kir, tew ji xwe partîya wî KADEP dawetî merasîma vekirina balafirgehê jî nekir. Di vir de jî dixuye bê Tirk çiqas qîmet didin kesên wek Şerafettîn Elçî.

Axir, êdî emê karibin bifirin û xwe li Balafirgeha Şerafettîn Elçî deynin.

Her çiqas ne bi dilê me be jî, lê ev lotika Kasimpaşalî Receb tê xwarin û ji tunebûnê çêtire wesselam..

Rehma xwedê li mamê me Şerafettîn Elçî be, cîyê wî bihuşta rengîn be rebbî…

Şernex

 

About The Author