“Înşellah vê carê…” ?

HalukDi van demên dawîn de, rojeva siyasî ya Kurdistanê û Rojhilata Navîn gelekî agirnak derbas dibe.

Bûyerên ku li ser pêşeroja gelê Kurd û Kurdistanê xwediyê giringîyeke mezin in, rûdidin.

Loma berî herkesî çav û guhê kurdan li ser van bûyeran û encamên wan e.

Çi ne ew? Eger em ji wana yên sereke bi kurtî di binê çend sernivîsan de rêz bikin:

– ”Pêvajoya pêşî lê vekirinê” ya ku ji alîyê hukumeta AKP hatiye dest pêkirin.

(Di navbera rawestin û meşa kûsî de diçe û tê.)

– Civîna 39 partî û saziyên siyasî yên kurd ku roja 22ê Tîrmehê li Hewlêrê pêkhat.

(Di navbera hêvîkirin û hêvîşkestinê de, bi baldarî tê şopandin.)

– Şerê hundirîn yê li Suriyê û rewşa tevgera siyasî ya kurd li Başûrê Piçûk.

(Li gor propaganda PYD/PKK -û beşek ji medya tirk- ha ha! kurd bûne xwedî hukumet!

Eynî wek di salên nodî de ku hingê qaşo “Hukumeta Zapê” û “Hukumeta Botan/Bahdînan” dihatin avakirin…)

– Girz û dijberîya di navbera aktorên mezin ên cîhanê û herêmê de.

(Dêwên mezin -wek DYA û Rûsya- ku her yek li dû berjewendiyê xwe tevdigere, hertim bi bîra me tînin ku ji bo wan ne dostî, ne jî dijmintaya bê dawî heye.)

***

Civîna ku çend roj berê li Hewlêrê ji bo pêkanîna komîteyeke amadekar a “Kongreya Netewî” çêbû , îro mijara herî germ e ku li ser tê qisekirin û nivîsandin.

Gelo kîjan kurdê dilsoz wê bi sazkirina kongreyeke netewî şa nebe? Ev daxwaz û xeyala her kurdekî welatparêz e. Gelo ew ê bi rastî pêk bê? Belê wê rojekê her pêk bê, lê ne nuha! Mixabin hêzên siyasî heta vê gavê jî bo pêkanîna vê daxwaza pîroz ne amade ne. Di serî de helwesta PKK (û YNK a bê Mam Celal jî ), hêviya pêkanîna kongreyeke netewî di roja îro de nade. Kongreya Netewî, sazîyeke netewî û demokratîk e. Endamên wê divê xwediyê armancên netewî û ramana demokratîk bin. Ji vir şûnda eger raman û helwestên demokratî, daxwaz û armancên netewî li ba PKK hasil bibe, ji xwe çêkirina Kongreyeke Netewî wê hêsan be. Lê em dizanin ku heta nuha ev tişt nebûye… PKK hertim xwestiye ku xwe wek hêza yekane û desthilatdara yekane li ser tevgera kurd bide ferz kirin.

Wisa xuya ye ku, PKK bi beşdariya gelek nûner û alîgirên xwe ve, di civîna 22ê Tïrmehê de, gihîşte mebesta xwe ya eslî. Li wir giraniya PKK ket ber çavan û mohra wê li civînê ket. Di civînê de serok û serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li beşdaran kirin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji serokê PKK Öcalan re silav şand û silavnama serokê PKK ji bo civînê hat xwendin. Ango ev civîn, ji bo PKK bi qasî civîna Kongreyê bi xwe giring bû. Giringîya vê civînê wek peymana hevkarî û piştgirîya navbera PDK û PKK ya sala 1983 de mezin e. Loma jî silavname û sipasdariya Öcalan ji bo rehmetî Îdrîs Barzanî manedar bû…

Serpêhatî û tecrubeyên nexweş yên salên berê (ji sala 1983 heta îro) helbet di bîra me hemûyan de ne. Lê em pê bawer nebin jî, ji me re tenê hêvîkirin û gotina “înşellah vê carê xwe xapandin û hevdu xapandin tunebe” dikeve…

Dengê Kurdistan

About The Author