Mislimê me talî çaya MÎT ê vexwar kuro!

Belê, hevserokê PYD xalê we Salih Mislim, talîya talî gîha meqsed û miradê xwe û bi MÎT a Tirkoleran re li ser masê rûnişt.

Wek tê bîra we, xalê we Salih Mislim berî demekê gotibû: „Ez dixwazim li Enqerê bi MÎT ê re çayê vexwim û em hevdu nas bikin“ filan û fîstan.  Me jî gotibû: „Dev ji çaya MÎT ê berde xalê Salih, çaya MÎT ê tehl e, jehr û ziqûm e û nayê vexwarin baba, ya baş were çaya Lotikxanê vexwe, çaya qaçax û xweş û lezîz“. Lê mixabin MÎT ji Lotikxanê xurttir derket û ew çaya tehl bi xalê me Salih dan vexwarin. Êêêêêê, belasebeb nabêjin „Gîhayê hewşê tehl e“ kekooooooo!

salih mislim KopieAxir, xalê Kurdên sererd û binerd birêz Salih Mislim, ji Hewlêrê bi lez û bez berê xwe da Tirkîyê û bi MÎT û Wezareta Derve re hevdîtinek kir. Li gor saloxdanên ajan û sîxurên eşîreta Lotikxanê, dibêjin MÎT û Wezareta Derve çayek tehl danîne ber wî, guhê xalê me Salih kişandine, destê xwe di ser serê wî re birine û gotinê: „Binere canim qardaşim, simbilboqê lihevhatî, lingên xwe zêdeyî lihêfa xwe ranedin (dirêj nekin). Xeyal û meyalên „Xweserîya Demokratîk“ û tiştik miştikên ku serê me bêşînin nekin. Alîkarîya wî qûnekê Beşarko jî nekin. Heke hûn serê me bêşînin, bi ellahwekîl emê toz û dûmanê bi ser serê we de rakin ha, emê mîrkutan li nav serê we xin“ û qurîncekek ji xalê me Salih dane.

Werhasilî kelam, piştî ku Tirkoler û dewşîrmeler çend lotikên germik û nermik li xalê we Mislim dan, îcar xalê we Mislim ji çapemenîyê re got: „Bi her şeş telaqên jinberdanê nêta me ne xirab e. Em dixwazin ji Kurd, Turkmen, Erebûn qûnreş û Asûrîyan desthilatdarîyekê çêkin babam“ û xwest qaşo dilê sermezin û pozmezinên Tirko xweş bike, bêhna wan derxe.

Û li alîyê din çi heye?

Ev heye ku dewleta Tirko bi qebûlkirina Salih Mislim dixwaze navbera xwe û PYD hinekî germ û nerm bike.

Çima?

Heke Beşarko çû û desthilatdarîya rojavayê Kurdistanê ket destê PYD?

Heke bi tofelaqî li wir jî federasyonek yan quzilqurtek din pêk hat?

Tirkoler biaqil in baba, torinên Dewleta Elî Osman in, lîztik û şad û şûdên Dewleta Elî Osman pir in. Hem li nêl dixin û hem li bizmêr.

Ez serê we neêşînim, ev lêlê ye û lolo jî bi dû de ye.

Îro vexwarina çayê ye, sibê jî dora qehwe û goştê mirîşka ye.

Û piştî xwarina goştê mirîşkan çi dibe ez nizanim, îcar hûn texmîna pêşeroja MÎT ê û xalê xwe Salih Mislim bikin wesselam…

Stenbol

About The Author