Min di şaşik û rîha we nîhano!

Şeytanên rêxistina El Nusra û El Qaîde li rojavayê Kurdistanê dest bi qirkirina Kurdan kirin. Ev şeytanên ku li ser navê îslamê û li ser navê xwedê qetilkirina Kurdan û destdirêjîya keç û jinên me helal dikin, îro li hinek gundên derûdora bajarê Helebê dest bi kujtina Kurdên sivîl kirine û ketine xwîna Kurdên reben.

nusraa Kopie

Min di şaşik û rîha wan nîhano, namûsa keç û jinên Kurd helal kirine, kujtina zarokên di pêçekê de helal kirine, nikarin bi kerê û dibezin kurtên. El Nusra ye çi quzê kerê ye, ji ber ku nikare bi YPG û PYD, îcar kerbê xwe di serê Kurdên sivîl re derdixe û wan qetil dike.

Balkêş e, dewleta Tirko ya ku ji bo Erebên qûnreş ên Misrê radibe ser tapanan û lotikên bergîlkî davêje, dengê xwe ji qetilkirina Kurdên rojava re nake û bi bêdengîya xwe piştgirîya dolheram û şeytanên El Nusra û El Qaîde dike.

Em bêjin ew dijmin e, kêfa wan li Kurdan tê, lê Kurdên me yên din? Lê Hikûmeta başûrê Kurdistanê?

Ez serê we neêşînim, hevalê lingê şemitî nîne qurban. Di firehîyê de herkes kurê bavê xwe ye û zikê têr hay ji zikê birçî nîne wesselam.

Em helwesta van şeytan û tarilselatên El Nusra şermezar dikin û qûna wan dax didin û hûn sax…

Qamişlo

About The Author