Xewna Cîranê

faruqoTasa ava zemzemê di dest de, hêdî hêdî bir ber devê xwe Îdê. Devê xwe vekir ku vexwe, tas ji dest ket erdê… Bi qîrîn Îdê pengiz bû, li qûn rûnişt. Di nav xwêdanê de fetisîbû. Çend dua li pey hev rêz kirin û rabû çû mitbexê taseke av bi ser xwe de dakir. Sibê zû hîn mirîşk ji himbêza dîkan derneketibûn, rabû ser xwe, xwe girêda û berê xwe da mala melê. Bi gurmegurma derî re, mele ji nav nivînan çeng bû ser xwe. Di ber xwe de got, „Weyle ku min jina xwedî nîyhî! Di kezeba vê sibê de kê ez di xewn de dîtim?“ rabû ser xwe û ber bi derî ve leqîya. Bi vekirina derî re, Îda bî, bi şêwazeke şermokane got, „Siba te bi xêr Seyda!“ Seyda bi dîtina Îdê him piçekî şaş, him jî kêfxweş bû. Jixwe jin û zaro jî şandibû mala xezûrê xwe, bi tena serê xwe bû. Bi bişirîn got, „Wey geleki bi xêr!“ Îda bî, devê xwe bir û anî, got, „Wele Seyda doh bi şev min xewneke ecêb û têra xwe balkêş dît. Min kir û nekir tişt jê fahm nekir, lewma jî hatim nig te da ku tu ji min re şîrove û rave bikî…“ Seyda got, „Li ser herdu çavên min. Ka kerem ke, derbasî hundir bibe.“ Bi hev re derbasî hundir bûn. Îdê li ser yanê rûnişt, Seyda jî li miqabilî wê xwe bi çarmêlkî bera erdê da. ruyadaSeyda got, „Ka xewna xwe bibêje, bê çî ye? Min jî meraq kir xwehê!“ Îdê cîyê qûna xwe xweş kir û dest bi vegotina xewna xwe kir, „Seyda, tasa ava zemzemê di destê min de bû. Min tas hêdî hêdî bir ber devê xwe ku vexwim û ji nişka ve tas ji destê min ket erdê…“ Seyda serê xwe hejand, rîya xwe mizda, got, „Wele cîran li te eyan bûye. Ev ji alî îlahî ve nîşan û elametek e. Te bi hemdê xwe, bê hemdê xwe derew merewin kirine, lewma jî guneh li te barîyaye. Heta tu ava zemzemê venexwe jî ew gunehê te nayê şuştin û tu jê safî nabî.“ Îde bi pepûpepû got, „Ez ê ava zemzemê ji ku peyda bikim Seyda?“ Seyda got, „Du rê hene. Yan divê tu herî hecê yan jî…“ Îdê bi meraqdarî got, „Yan jî çi?“ Seyda got tu li şûna dê û xwehan bî, yekî ehlîxweda ku çûbe hecê û ew av vexwaribe, heke di te ne, tê ji vî gunehî xelas bibe.“ Îdê kir pepûpepû, got, „Aaaa ev ji me kêm bû! Ma çawa çê dibe Seyda? Ez ê çawa yekî xerîb bera ser xwe dim? Ev dikeve zinê…! Seyda got, „Wer nefikire, gunehek gunehekî dişo, ez jî herduyan dişom… Îdê got, „Ez ketim bextê te Seyda! Ez ê yekî wiha çawa peyda bikim?“ Seyda bi mizawirî rîya xwe mizda, got, „Ez heme heyrana te! Ê min ne tenê vexwarin, heya min serê xwe pê şuşt. Hemû lebatên min pîroz in. İlhez jî min sêzdeh tas av li kîrê xwe kir. Min hesabê rojeke wiha kir… Bi quran tu bi sihûd î cîran.“ Îdê ji bêçaretî got, „De ya bi xêr!“ Seyda şeqên Îdê ji hev veqetandin, ket nava wan û çîpên wê li nava xwe pêçan, berê wê da Rebê jor û li ser dilê we xwend terqîn quran… Ne kul, ne derd, ne jî guneh man li dora cîrana delal.

About The Author