Nameyek cûretkar…..

nuri celikDi 06.09.2013 de li ser navê ’’ Rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, rojnemevan û şexsiyetên ji Bakurê Kurdistanê’’ bi navê ”Nameyek vekirî ji bo Serok Mesûd Barzanî’’ ji teref kevne Apocîyan ve hat organîzekirin û ji îmzan re hat vekirin. Ev name di hin malperan de jî hat weşandin. Her çiqasî armanca nameyê wek balkişandin û rûreşkirina bûyera kirêt a ji teref PKKê ve êrîşa ser PWD ê be jî, balkêş e. Balkêşe bela name ji rûreşkirina bûyerê wêde tenha xwe bi êrişkirina birêz Serok Mesûd Barzanî bi sînor kiriye. Dîsa balkêşe, di van rojên ku temamê PKKê  êrişî serokê Kurdistanê dikin de, bi elelacele û bê ku hewceyîya rastiyê bînin ser zimên, bi şiklekî cûretkar, ji mitewazî dûr, hetta ji hihûdê edebê wêde bi van gotinan birêz serokê Kurdistanê tehdît dikin û cenabê serok wek berpirsê wê bûyera kirêt nîşan didin. ’’Em kesên ku xwedî imzayên jêrin in, cenabê we hişyar dikin ku hûn ji bo pêşilêgirtina êrişên bêpîvan yên PKK ê, berpirsiyar in. Hûn ji bo tedbirgirtina ewlehîya jiyana hemî hemwelatîyên Kurdistanê berpirsiyar in. Divê bi awayek azad, li Kurdistanê siyaset were meşandin. Bi hêvîya pêngavên pêşilêgirtinê, silav u rêz…” filan û bêvan.

nameyek-vekiri-serok-barzani-re

Divê mirov ji wan kesan bipirse; gelo serokê Kurdistanê serokê asayîşa Kurdistanê ye? Gelo çima van kesana ev pêşniyar û tehdîdên xwe li mercîyên perpirsiyar yanî li asayîşa wilayeta Silêmanî nekir? Bela gelek ji xwedanê van îmzeyan baş dizanin ku asayişa Silêmanî her çendê bi asayîşa giştî ve girêdayî be jî, di praktîkê de hêj asayîşa YNK dike. Jixwe hevalbendê PWDê jî di bin hîmayeya YNK de ne. Jixwe pişti êrîşê berpirsên PWDê di derbarê bûyerê de agahdari dan û gotin ku wan êrişkarê birîndar teslîmî asayişa Silêmanî kirine. Lê belê çi hikmetbe van cûretkaran di nameya xwe de bi rengekî berevajî wiha dibêjin::’’  Endamên PWD-K ê di bin berpirsîyarîya we de ne. Ji bo ewlehîya jîyana wan û xebata wan ya legal, tedbirgirtin wezifeya cenabê we ye’’ filan û fîsta. Herwiha di heman nameyê de hewqas bi ser xwe ve çûne ku, ji cenabê serok Barzanî dixwazin go dawî li ’’mêrkûji’’yê bîne.

Heydê em bên ser ev kesê go ev mektûb ji îmzan re vekir. Ev kes  ji bîr dike ku  serok Barzanî di derbarê kujtina Kurd bi destê Kurd de çawa bi salaye bi xetên ne tenê sor, lê bi her rengî helwest danîye. Lê gelo ew îmzaçîyên qaşo digotin em alîgir, hisker û heta canfedayê wî ne, çawa îmza xwe davêjin bin nameyek hewqas cûretkar, bêedebêk siyasî û dezînformasyon? Hezar mixabin ev dostên demî, gelek zû dilfirehî û dilpakîya serok Barzanî ji bîr kirine û xwe berdane tora malxerabkeran. Ez di dawîya nivîsa xwe de dubare êrîşa li himber PWD şermezar dikim û ji îmzaçiyan jî zûtirîn wext daxwaza vekişandina vê nameya bê talîh û cûretkar dikim.

 

—————————————

 

 Nameya wan kesên ku nikarin bi kerê lê dibezin kurtên.

 

Nameyek vekirî ji bo Serok Mesud Barzanî

Rizgarî Online / Hinek rewşenbȋr, sȋyasetvan, nivîskar, rojnamevan û hinek şexsîyetên din ji Kurdistana Bakūr û ji Ewropa li ser planên PKKê li hember PWD-K şermezar kirin û li ser vê yekê bang li seroka herema Kurdistan, birêz Mesud Barzani kirin. Em jî vî namê bê şîrove pêşkêşî xwendawanên xwe dikin.

Birêz Serok Mesud Barzani;

Tê zanîn di sala 2004 an de, grubek netewperwer, jı PKK vediqetin u di kurdistana azad de, derbasî navçeya Koysancaxê dibin u li vir wek niştecih dijîn.. Piştre, bi navê “Partiya welatparêzên Demokrat (PWD-K) rêxistinek didamezrînin u daxwazıya tekoşînek sîyasî, ji rayagiştî re diyar dikin. Du re, ji terefê PKK ê ve, rastê êrişên çekdar tên. Kanî Yılmaz û Sabrî Torî, (11 ê sıbata 2006 an de) di encama êrişek bombeyî de, di hundirê tirımbêla xwe de, jiyana xwe ji dest dane. Sipan Rojhelat, di rêya Maxmur u Musil ê de, hat revandin u piştre hat kuştin. Kemal Şahin, li ser rêya Kerkük u Silêmanîyê, di encama êrişbirinek ser kampek de jîyana xwe ji dest da. Heta emroj, ji dervayê tîmek ji kûjêrên Kemal Şahin, tû kes nehatîye destegir tin. Ev tim ji, di mehên pêşi de, dê were serbestberdan.

Alîyê din, gelek grubên ku, di derbarê êrişbirina ser PWD de hatibun destegirtin, hemî hatin serbestberdan. Di 6 ê meha Tîrmehê , 2005 an de, cigirê serokê Partîya HADEP ê, Hikmet Fidan ji bo ku bi PWD ê re têkildar bu, li bajarê Amedê de, hat qetilkirin. Demek dirêje ku li ser axa Kurdistana Azad, endam û alikarên PWD-K ê di bin dorpêçkirin û gefên çekdarîya PKK de, jîyana xwe didomînin. Cara dawî, di 24 ê meha Tebexê de, endam û alikarên PWD ê, li navçeya Koysancaxê de, rastê êrişek nuh hatin.

Bi gor ragîhandina rêveberên PWD – K ê, Nizameddin Taş û Ekrem Dersimî; li ser biryarek ji Qendîlê derketî, hatîye xwestin ku, dê, endamên wan, bi tevahî werin kuştin. Çalekvanê ku, bi armanca kuştinê , hatîye Koysancaxê u di encama êrişbirinê de birîndar hatiye destegirtin, ji asayişa heremê re itiraf kirîye ku, axaftinên Nizameddin Taş û Ekrem Dersimî rastin. Di itirafên vî çalekvanî de, cardin derketîye hole ku, hemi tewanbar, niştecîhên kampa Maxmurê ne û bi PKK ve girêdayî nin.

Birêz Serok Mesud Barzani;

PKK ji aliyek ve dîyar dike ku, miadê şerê çekdarî hatîye qedandin. Lê, li alîyê din, li hember kesên ji derveyê xwe, serî li çalekîyên tûndîtîyê dide.êrişên çekdarî pêktîne. Ev polîtîqaya PKK ê, di navbera hêzên Kurdistanî de, aşitîyî u aramîyê asteng dike. Diyare ku, ji meha çile ya 2013 an vir de, hemî Kürdistanî, piştgirîya bêçalekîbuyîn u şerrawetandina PKK ê dikin. Lê mıxabin, PKK yî, li dij kesên ku, ji dervayên xwe, bikaranîna tûnditîyê mahzur nabîne. Vê car, êrişbirina PKK ê ya li hember rêvebirên PWD-K, di nav tixubên Kurdistana Federal de qewimîye û jı bo êrişkarîya PKK ê, minakek nu ye.

Birêz Mesud Barzanî ;

Hun serokê herema Başurê Kurdistanin. Desthilatdarîya we, Ji ewlehîya mal û canê hemî hemwelatîyên kurdistanê berpirsîyare. Ji perçeyek welatê we, Navçeya Koyê; perçeyek ji welatê we ye. PWD-K yîyên ku bi tevahî têde dijîn, dixwazin bi rêbazek legal û vekirî, xebatek siyasî bimeşînin. Divê başurê kurdistanê,ji bo mêrkuştinê, jı tu kesek re, nebe deverek serbest Hun, baş dizanin ku .rêvebir u alikarên PWD-K ê, her tim ji alîyê PKK ê ve, di bin gefxwarinên kuştinê de dijîn.

Nikarin bi awayek vekirî siyaset bimeşînin. Beşdarbuna wan a Civînen ku ji bo berjewendîyê milletê Kurd tên lidarxistin, gelek caran asteng dibın Hemî Kurdên ku, desthilatdarîya we ya siyasi û bi taybeti serokatîya cenabê we dipejirînin, jı bo pêşînelêgirtina van hal û helwestên tûndîtîyê, xemgin dibin.Nerazibun nîşandidin. Divê, li Kurdistanê ji, serdestîya qanun û hiqûqê bête cîhbicîhkirin.

01.09.2013

XWEDÎYÊ İMZEYAN:
Yüksel Avşar Siyasetmedar / Türkiye. Sait Aydoğmuş, siyasetmedar /İsveç İbrahim Aksoy parlementere Kevn / Türkiye. Cemal Batun Rojnamevan / Swêd. Fuad Brüsk helbestvan /Türkiye. Ömer Özmen /Perwerdekar-Niviskar, Yaşar Karadoğan /Rojnamevan-Nivîskar, Kenan Fani Doğan /Siyasetvan-Niviskar, Murat Dağdelen/ Siyasetvan Almanya, Laleş Qaso niviskar / İsveç . Salih Omeri Niviskar/ Stockholm Sait Çürükkaya/Sosyal pedagog, Yılmaz Elçi /Siyasetvan, Sultan Arslan /Mamoste-Perwerdekar, Kadim Kan / Endamê PDK Swed; M. Fırat Yıldız / Norveç Bekir Uçar / Swed; Zehra Kıllı / Hollanda; Zeynel Çelik, sosyal Pedegog / Danimarka ;Alan Aslan /Selahattin Kabasakallı / Swed ;İrfan Kaya / Mamoste Almanya; Afife Evin Çiçek / T. KDP Almanya; Selim Çürükkaya / Nivîskar Almanya ;Aysel Çürükkaya / Siyasetvan Almanya ;Serdar Sıtkı / İsviçre; Maşallah Erdoğan / Almanya ;Yılmaz Elçi /Bakurê Kurdistan Siyasetvan; Ahmet Acar Berdevkê Tevgera Kurden demokrat / Bakurê Kurdistan; Şihab Polat / Swisra; İkram Delen / Swed; Abdurrahman Demir /Bakurê Kurdistan Siyasetvan; Mesut Baştürk/ Bakurê Kurdistan; Filiz Korkmaz / Türkiye; Hüseyin Düzen / Niviskar /Almanya; Haci Sıddık Karakaya Ajotvan / Almanya; Hasan Korkutata Siyasetvan / Kurdistan; İlyas Deniz , Hikuknas / Danimarka; İbrahim Güçlü/ Hikuknas-siyasetvan / Kurdistan; Kadir Canbek, serbest / Avusturalya; Casım Taş, Diroknas Avusturalya; Sultan Arslan-mamoste / Danimarka; Ali Fikri IŞIK , Rojnamevan / Tirkiye; KEAMAL AKIL, Karsaz-Swed Hasan Hüseyin Yıldırım, Nivîskar-siyasetvan Almanya;, Davut Kurun Siyasetvan / Almanya; Nurcan Kurun, Pedegog / Almanya; Sedat Günçekti, niviskar-siyasetvan / Almanya; Abuzer KOMAZAN, Siyasetvan / Britanya; Nesrin Çelik Mamoste / Danimarka; Çendo Aydın/Karikatürist Kurdistan; A. Bari Han/ Endezyar-Kevneserokê Şarederîya Varto yê; Vecide Karagöz/ Weşangêr; Salih Aras, Niviskar / Swiss; Yıldırım Kaya, Ekonomist / Almanya; ;Cemal Koç / Almanya; Hanefi Aydın , Esnaf / Kurdistan; Hüseyin Sîyabend , Weşangêr / Türkiye;Almanya Dersim Tekes, perwerdekar,/Swed. Irfan Yetkiner; perwerdekar,/ Kurdistan; Mahmut Aycicek, niviskar,/Tirkiye; Dr.Ali Kemal Yildirim, /Britanya İhsan Aksoy Niviskar /Almanya. Süleyman Akkoyun/mamoste /sweden. Kutbettin Özer, Gazeteci yazar,/ Almanya. Hüseyin Topgüder, Politikacı / Almanya. Murat Ülgen, Barmen /Almanya, Bûbê Eser- Siyasetmedar û nivîskar-Swêd Sarı Baran / Swêd Tahsin Sever, PDK Bakur / Kurdistan; Hamit Kılıçaslan PDK Bakur / Kurdistan/ Fattah Karagöz PDK / Bakur Kurdistan. Orhan Demirel- Xuwendavan /Almanya Gülay Bektaş– Xuwendavan Almanya.

About The Author