Dengê xwe bidin lîsteya 110 an!

Ji Raya Giştî ya Kurdistanê re

Em wek netewek bi gelek pirsgirêkan re rû bir û ne. Pirsgirêka bingehîn, dagirkirin û perçekirina welatê me ye. Bi vê we girêdayî gelek pirsgirêkên din hene.

Pirsgirêkek jî ewe ku, ew sînorên sexte yên di nav welatê me ji alîyê dagirkeran hatine çêkirin, piştî demekê bûye sedem ku em ji alî fikir, raman, çand û jîyanî jî ji hev dûr bikevin. Di encama wê de jî pirsgirêka netewî, di nav her perçeyekî de bi hişmedîyên cuda cuda bi cih bûye û her perçeyek, zêdetir bi pirsgirêkên xwe mijûl bûne.

tevgeraDi têkoşîna netewî de tu cudahîya perçeyan û pirsgirêkan tuneye. Ji bo têkoşerek her der qada têkoşînê ye. Ger em bi pratîkî li perçeyên din tênekoşin jî, ew naye wê wateyê ku emê li hember pirsgirêkên perçeyên din bêdeng bimînin û tu tiştî nekin.
Îro li Başûrê Rojavayê Kurdistanê tede li birayên me tê kirin û divê hemû Kurdên li ser rûyê erdê bê şert û merc piştgirîya birayên me yên Başûrê Rojavaya Kurdistanê bikin.

Mijareke din ê girîng heye. Ew jî hilbijartina ku ewê li Başûrê Kurdistanê bê çêkirin e.

Emê nikaribin deng bidin lê ev ne asteng e ku wek Kurdîstanîyan em jî helwesta xwe dîyar bikin. Heta ev ji bo Kurdistanîyan teva hewcedarîyeke. Ji ber ku divê hilbijartinê de wê qedera perçeya azad dîyar bibe û ewê tesîrê li hemû perçeyan û Kurda bike.
Dema em li dîroka rêxistinan binêrin, emê bibinin ku kî heta niha li ser xeteke netewî meşîyaye û kî ji bo paşeroja Kurdistanê hêvî dide.

Ên li ser xeta netewî dimeşin û hîn jî li ser vê bingehê têdikoşin dîyar in. Xeynî vê xetê, xeteke din heye û li hember vê xeta netewî ava bûye. Dixwaze vê xetê bixetimîne. Ev xeta netewî Partî Demokrata Kurdistan e. Xeta din jî bi dagirkeran re tevdigerin û dixwazin ev xeta netewî ji holê rakin an bêtesîr bikin.
Vê mehê ewê di nav wan her du xetan de hilbijartin çêbibe. Ên ku denge xwe bidin divê baş bifikirin. Ewê denge xwe bidin xeta netewî û ji bo paşerojê hêvîya Kurda gişa bilind bikin an ewê denge xwe bidin xeta din û paşeroja Kurdistanê têxin xeterîyê.
Banga me li birayên me yên Başûrîyan!

Denge xwe bidin lîsteya 110 an!

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

About The Author