Em jî dengê xwe didin lîsteya 110

Belê, başûrê Kurdistanê ket pêvajoya hilbijartinê û di 21 ê vê mehê de (Îlon) de hilbijartina parlamentoya herêma Kurdistanê ye. Di hilbijartinê de ji partîyên sofîk û mofîkan bigrin heta bi partîyên çep û mep, PDK, YNK û Goranekanim jî beşdar dibin. Wey li wî ye ku propaganda bike, gotin û motinên xweş bêje û ji xwe re di parlamentoyê de kursîyekî zeft bike û cîhê xwe germ û nerm bike.

mesud_barzani_serok Kopie

PDK û malbata Barzanî ji roja ewil de xizmetek mezin û berbiçav ji bo pêşdeçûna başûrê Kurdistanê kirine. Ev nayê înkarkirin û heçê înkar bike jî wê çavên wî/wê birijin. Çi di warê helwestên netewî de be, çi di warê paraztina brayetî û pêşketina demokrasîya navxweyî de be, PDK xizmetên mezin kiriye. Bi taybet Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di vî warî de tiştê ji destê wan hatiye texsîr nekirine. Helbet ne tenê ev herdu serok, ekîba ku li pişt û derûdora wan e jî xizmetên mezin kirine, ew bi tenê nehiştine û piştgirîyek mezin dane wan.

PDK û malbata Barzanî yek ji stûna azadîya başûrê Kurdistanê ne. Ji dema Şêx Ehmed Barzanî û A.Selam Barzanî bigrin heta bi berxwedan û tekoşîna Serok Mistefa Barzanî, vê malbatê can û malê xwe ji bo azadîya Kurdistanê feda kiriye. Ji Idrîs Barzanî bigrin heta bi Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî jîyana xwe bi pêşmergeyatî derbas kirine û di rojên xweş û nexweş de dev ji doza milletê Kurd bernedane. Piştî azadî û nîvdewletbûna başûrê Kurdistanê jî van herdu serokan xizmeta xwe berdewam kirine û heta bi îro hatine. Di pêşxistina aborî, dîplomasî û dewlemendbûna başûrê Kurdistanê de xwedîyê rolek mezin in. Di avakirina têkilîyên brayetî yên navbera kesayet, rêxistin û partîyên parçeyên din de xwedîyê rol û helwestek erênî ne. Heta ji wan hatiye rê ji derketina nakokî û şerê brakujî re girtine, di çareserkirina nakokî û pirsgirêkan de bûne alîkar. Di tunekirina çalakîyên terorîstî û alozkirina Kurdistanê de rolek sereke lîztine û dilîzin. Di aramî û asayîşa Kurdistanê de xwedîyê rolek mezin in. Meriv kare bi dehan nimûneyên din binivîse.

PDK îsal bi lîsteya xwe dikeve hilbijartinê. Lîsteya 110.

Ji ber welatparêzî, Kurdperwerî û xizmeta PDK û malbata Barzanî, em bang li hemû endam, alîgir, ajan, sîxur û pêşmergeyên Partî Demokratî Lotikxane yên li başûrê Kurdistanê û seranserê Iraqê dikin ku deng û raya xwe bidin lîsteya Kurdistanî, ango lîsteya 110 û vê tirrê ji xêrnexwazên Kurdistanê re nehêlin û hûn sax…..

Başçawîşê Lotikxanê

About The Author