Hêza Eşqê!

faruqoMin gava xwe avêt hundir, çi bibînim? Toprihana min a ku min bi kulmên hezkirinê mezin kiribû, stûyê xwe xwar kiriye û hêsiran digindirîne ser axê…

Sar sekinîm, bêdeng û xemgîn!

Negiriyam!

Lê ez dibêm qey çend niqut hêsir dawerivî ser dilê min! Pir li ber toprihana xwe ketim, pirrr û pir û pirr. Bi mehan min ew bi eşq û hezkirina xwe av dabû. Xatirxwestin ewçend ne hêsan bû.

Lewma jî min nikarîbû bi derbekê terka wê bikira û min nekir jî…

Hîn nemiribû, diperpitî, lê sax bû.

Ez bi xwe, ez bi wê, ez bi hezkirinê bawer bûm,

Lê çawa? Çilo?

Tenê bi avdanê li min venedigeriya, lê hez û eşqa min jî hebû. Av, hez û eşq, her sê bi hev re, her sê werin cem hev, çima na?

Çûm li ber sekinîm, daqûl bûm, min pozê xwe xist nav pelikên wê yên ku ji hesreta hezkirinê qermiçî bûn û min bêhnek ji wê bêhna wê ya efsûnî kişan hundirê xwe û xwe bênefes hişt.

Bêhna wê li ser dilê min kon vegirt. Dil lerizî, lê lerzeke çawa?

Xemgîniyê zora bextewariyê bir. Hest li min zîz bûn… Min pozê xwe ji nav kişand û bi çavên têrxemgîn û bi dengekî lerzok gote wê, „Çi bû bi te cana min?“ Pelikên xwe yên ku ji êş û janê qermîçî bûn li hev xistin, gote min, „Ji bêrîkirinê, ji nebûna hezkirina te ketim vî halî loo! Ma te nizanîbû bêteyî mirin e dîno!rihan2Min bê xwe nehêle, nehêle min bê xwe kuro…“

Min li wê nêrî, wê li min nêrî. Dilerizî, pelikên wê bi wê giran dihatin. Êdî wek berê bêhna wê jî nedifûriya. Keskê wê hêdî hêdî xatir jê dixwest. Destê wê ji min, destê min jî ji wê nedibû, lê hêvî lê şikestibû carekê… Li ber geriyam da ku min bêyî xwe nehêle.

Li ber geriyam da ku min ji bêhna xwe ya xweş bêpar nehêle. Ma qey nizanîbû hezkirina min bi bêhna wê yî xweş vediguhere eşqê?

Zanîbû, zanîbû, lê çima, çima ber xwe nedida te lêê? Nedigiriyam, ji ber ku min nedixwest bi êşa min bibihise… Hefteyekê li ser hev, rojê kulmek hezkirin û kulmek av bi tasikên çavên xwe min bir li axa ber wê reşand. Piştî her avdanê min dua kir ji Yezdên re da ku li xwe, da ku li min vegere.

Lê hezar heyf û mixabin, dilê wê ne bi wê, ne jî bi min şewitî û roj bi roj kêm kir. Êdî ne bêhna xweş jê difûriya, ne jî keskê wê wek berê diçûrisand. Tenê bêhnek jê difûriya, tenê bêhna mirinê jê difûriya, tenê bêhna mirinê… Wek her car dîsa sibehekê ez bi xwe hisiyam ku diqirqile, diperpite, diêşe, dinale…

Qederê pênc deqeyan li ber serê wê sar û bêdeng sekinîm û bi çavên tijehêsir û bi awirên xemgîn min lê nerî. Wê çavên xwe ji min direvandin, nedixwest min xemgîn bibîne. Lê êdî ew ne toprihana min î bêhnxweş bû. Wek berê bêhna xwe ya efsûnî bi ser min de bernedida. Wê jan da, ez êşiyam, ew êşiya min jan da… Min zanîbû stûyê xwe xwar kiriye û li ber min digere da ku wê ji vî ezabî rizgar bikim.

Lê çawa?

Ne destê wê ji min dibû, ne jî destê min li wê digeriya. Min kesereke kûr ji kûrahiya kezebê kişand, çavên xwe girtin, dev li lêva xwe ya jêrîn kir û destê xwe li nava wê pêça. Bi pêçana dest re kizînî ji dilê min hat. Dilkutka min di mejîyê min de olan da. Bi hêl min ew ji kokê de hilqitand. Dema ew bi destê min re ji nav axê kişiya, wek yek reheke dilê min rakşîne, ez êşiyam û êşiyam!

Min xwe kuşt!

Min ew kuşt!

Bi hêsirên xwe min ew şuşt!

Eşqa xwe min jê re kir kefen û di tasika wê de ew binax kir û ew di nav wê axa sar de bi tenê hişt.

Û berî ku xatir jê bixwazim, sê niqut hêsir min reşand ser gora wê û çûm ketim nav nivînê xwe û bi îskeîsk min serî avêt xewê û xatir xwest ji wê û şevê…

Sibê zû bi xwe hisiyam ku bahlîfa ber serê min ji hêsiran şilûpil bûye…

Destê min lê negeriya, destê min li wê tasika ku min jê re kiribû gor negeriya û min ew tasik neavêt. Wek her car, dîsa her roj, rojê kulmeke hezkirin û kulmeke av min bir bera axa ber wê da.

Rojek…

Du roj…

Pênc roj…

Hefteyek…

Sibehekê ji nav nivînê xwe rabûm, min çû îskanek tije av kir û ber bi toprihana xwe ve meşiyam. Bi dîtina wê re çav di serê min de bûn du lonkiz û vêketin, şaş û matmayî mam! Toprihana min ji nû ve vedijîya! Serî hildida…

Çawa çêdibe?

Tu miribû! Min tu kefen kir…

Min tu veşart! Çawa yanî?

Ev… ev… ev.. ne… ne mimkûn e!

Bi dengekî nuhçêbûyî ku bêhna zaroktiyê jê difûriya, gote min, „Destê min ji min bû, lê destê min ji hezkirina te nebû. Bi hezkirineke ewqasî xweş û pak tu ji min hez dikî, min ew hezkirin di min axê de jî hîs kir, lewma jî ne ji bo xwe, ji bo xatirê wê eşq û hezkirina te min ber xwe da û ji nû ve vejiyam.

Nuha bejna toprihana min mîna sipîndarekê bilind, pelikên wê mîna xalîçeyên kirmanşahê bedew û keskê wê ji hemû rengê bihuştê xweşiktir e…

About The Author