ZİMAN

faruqoEm kurd çi sosret û eceb in! Ya Rebî! Dema te aqil belav kir, kurd di xew de bûn, di guhê gê de garis diçandin an bi çavê dijminayî li aqil dinêrîn û li dijî aqil çalakî li dar dixistin?

Bi çi diştexilîn? Bi çi mijûl bûn gelo?

Dev ji kurdên kurdînezan berdin, kurdên kurdîzan bixwe li xwe danînin bi kurdî bipeyivin û em radibin gazinan li xelkê dikin. Em hîn doz û dahwa çi dikin gelî canik û camêran? Nizanim Teyo li ser zimanê kurdî wiha gotiye û li dijî perwerdehiya bi zimanê kurdî ye…

Nizanim Arinç efendî gotiye, „Zimanê kurdî têra xwe ne stewiyayî ye, lewma jî perwerdehiya bi zimanê kurdî nabe, ne mimkûn e“ û hezar pênsed û pênc quzilqurt û kerafiyên din…

Hêrs nebin, neqeherin, nebehecin! Gilî û gazinan ne li xelkê li xwe bikin.

Heke qasî misqalekî ziman ji bo we girîng, muhîm û bi qîmet bûya, rewşa zimên ê îro ne ev rewş bûya.

Hewar hewara zimên e, qîreqîra zimên e, dengê wî çû di erşê Xwedê re derket, Xwedê ji ber hewar û qîrîna wî guhên xwe girtin. Ji hêsirên wî li Kurdistanê hew baran dibare, dar û daristan, gul û kulîlk û rihan hişk bûn, em rabûne xwe li erdê dixin û quretiyan dikin.

al ziman Kopie

Siyasetmedarên me bi kurdî nizanin an zanin napeyivin…

Rewşenbîrên me ro li wan geriyaye, her tiştî tevlihev dibînin…

Nivîskarên me bi zimanekî biyanî govenda peyv û têgeh û hevokan li dar dixin…

Hûnermendên me tenê dema çav li mikrofon û kamerayan dikevin, kurdî û kurdayetiya wan di bîra wan de tê…

Jixwe rebena civakê jar û perîşan di nav nezanî û belengaziyê de digevize…

Û ligel ewqas karesat, nakokî, xwenenasî û xwenezanî, hinek canik û camêr vê nezanî û belengaziyê bi kar tînin û radibin qaşo kurdayetiyê difroşin, belav dikin. Wek çîroka xeyalfiroş, xeyalan difroşin…

Xeyalfiroş im, xeyalan difroşim…!

Hêjano!

Hogirno!

Dê û bavno!

Xwişk û birano!

Madem ziman man û neman e û bêyî ziman jiyan nabe û ev slogan pizika serê zimanê we ye, dema me gazin kirin, ji kerema xwe re ji dêleva ku hûn ê xwe biparêzin û me bi nijadperestî tawanbar bikin, piçekî guh bidin hêla xwe ya ku kêm zêde bêhna netewperweriyê jê tê.

Dema em van gazinan li we dikin, nefitilin û ji me re nebêjin, „Erê ne xema we ye, hûn li Kurdistanê ji dawa dêya xwe ketin, dê û bav û derdor hemû bi kurdî bi we re dipeyivîn, heya ax, kevir, giya, gul, kulîlk û heywan jî bi kurdî bi we re dipeyivîn. Lê em rebenên Xwedê li rojava mezin bûn, di nav derdoreke kurdînezan de, dê û bav bi zimanekî biyanî dipeyivîn, derdor, heval giş kurdînezan bûn, lewma jî em nizanin û hûn rabûne vê yekê ji me re dikin serhevdayî û tiliya xwe li çavê me dixin. Ma me jî nedixwest? Ma em jî naxwazin?“

Heyrana çavên we yên kesk û sor û zer, em tiliya xwe li çavê tu kesî naxin. Mafê her kesî heye ji kurdî hez bike, hez neke. Mafê her kesî heye bi kurdî bipeyive, bixwîne, binivîse-nepeyive, nexwîne, nenivîse. Mafê her kesî heye fêr bibe-fêr nebe. Lê daxwaza me ji we ev e ku madem xema we ne ziman e û ziman ji bo we ne girîng e, balo ji kesên kurdîhez re nebin asteng û li dijî hewldanên wan xelk û alemê ranekin ser tapanê.

Xema kurdî ne hûn e, hûn bi kurdî dipeyivin napeyivin, hûn bi kêfa xwe ne û hûn zanin. Lê vê yekê jî ji bîr nekin, heke hûn bi kurdî nepeyivin, kurdî we ji xwe nahesibîne û kurdbûna we napejirîne… Êdî dem ne dema xapandin û xwexapandinê ye û xelas!

About The Author