„Yekîtîya Zilamên Kurdistanê“ hat damezirandin, kilîlîlîlîlîlîlîlî!

Belê gelî lotikvanan, li Kurdistanê „Yekîtîya Zilamên Kurdistanê“ kêm mabû, şikir ji xwedê re wa ew jî ava bû.

Gellek caran me rexne li zilamên Kurd û bi taybet li zilamên kakacanên başûr digirt çima ku neheqî li jinên Kurd dikin û wan dikujin. Lê derket holê ku ne tenê jin ji alî zilamên xwe ve, lê zilam jî ji alîyê jinên xwe ve kotek û lêdanê dixwin û qûn li wan tê qetandin. Bi taybet li bajarê Silêmanî û derûdora wî sosretên mezin rû didin.

kurdistan komela meranLi bajarê Silêmanîyê çima ku zilam ji alî jinên xwe ve tên perçiqandin û mafê wan tê binpêkirin, yekîtîyek qerase û kesanedî hat damezirandin. Zilamên bindest û xwelîliser hatin ba hev, destên xwe dan hev û yekîtîya xwe pêk anîn. YEKÎTÎYA ZILAMÊN KURDISTANÊ!

Sekreterê YZK Bûrhan Alî, ji Ajansa Anadolû re axivî û çend lotik avêtin. Serokê „zilamên şikestî û peppûkî“ birêz Bûrhan Alî gotiye: „Em bi slogana hezkirina welêt, hezkirina hevjînê, ji bo jîyanek nuh û bavîtîyek samîmî tev digerin û derketine rê“ filan û fîstan.

Bûrhanê me bi dewamî gotiye: „Em di Rojhilata Navîn de rêxistina yekemîn in ku bi vî navî û bi vê armancê ava bûne. Civaka me wek civakek ku mafê jinan binpê dike û wek desthilatdarîya zilaman tê naskirin. Ji ber vê, damezirandina rêxistinek bi vî awayî ecêb û balkêş hat dîtin. Di vê derbarê de kesên ku herî zêde li dij me derdikevin û bi çavê dijminatîyê li me dinerin, jin in“ û daye lotikan.

Bûrhanê me serê hefsarê hespê xwe berdaye û dibilîne: „Her roj şîddeta li dijî zilaman zêdetir dibe. Wek nimûne: Di sala 2008 an de 33 zilam raserî kotek û şîddeta jinan hatine. Di 2012 an de ev hejmar zêde bûye, bûye 163. Di nîvê vê salê de (2013) 41 zilam raserî şîddeta fîzîkî (bedenî), îxanet, şîddeta psîkolojîk û derxistina ji malê hatine. Meaşê wan (mehane) ji wan hatiye stendin û ji kar hatine dûrxistin û wekî din“.

Bûrhan efendî dibêje ku di derbarê paraztina zilam û mafê zilaman de tu yasa û zagon nehatine çêkirin û di piranîya bûyerên navbera jin û zilaman de her jin hatine mafdarkirin.

Ez serê we neêşînim canekem, heta niha digotin ku jin bindest in, kole ne,  zilm û zorê dibînin û mafê wan tê binpêkirin. Lê va eşkere bû ku zilamên Kurd kole û bindesttir in, ji alî jinên xwe ve tên „qûnekkirin“ û qûş li wan tê qetandin.

YZK ne tenê li Silêmanî, lê li bajarên din jî qurs û dersa „mafê zilaman“ dide zilamên xwelîliser û wan di derbarê êşkence û koteka jinan de agahdar dike.

Kesên ku ji jinên xwe kotek û lêdanê dixwin û newêrin eşkere bikin, karin serî li YZK û Bûrhan Alî efendî bidin û ji lêdan û lotikên jinên xwe azad bibin weselam…

mer zarok Kopie

Silêmanî

About The Author