Têra xwe firot, îcar dixwaze nêzîkî xwedê be

Li Gurcistanê, kesê bi navê Maxîme Qavtarazde, piştî ku têra xwe narkomanî kir, esrar û eroîn  firot û jiyanek serserî jîya, berî bi deh salan tobe kir û xwedêgiravî bû ehlê xwedê.

Maxîme efendî ji bo ku nêzîkî xwedê bibe, rabûye xanîyek li serê zinarekî bilind çêkiriye, dev ji narkomanîyê berdaye û di wî xanîyê bilind wek hêlîna bilbilan de dijî.

maxime-qavtaradze Kopie

Maxsîme Qavtarazde, piştî ku di operasyonekê de tê girtin, dikeve qulika hepsê û çend salan volta davêje, diçe vî alî û wî alîyê gasînê. Piştî tê berdan, îcar rîha xwe berdide, destê xwe ji her tiştî dikşîne û di hêlîna xwe ya di zinêr de dibe ehlê xwedê. Mêro ji serê zinêr pêve cîyekî din nedîtiye ji bo ku nêzîkî xwedê bibe.

De werin û vî kerî di vî borî re derbas bikin!

Maxsîme efendî jî wek wan qehpikê Tirkan kiriye. Ew jî piştî ku têr nîhandinên xwe dikin û êdî xiyar û tirozî li ber çavê wan reş dibin, îcar serê xwe girê didin û berê xwe didim umre û hecê.

Olan oxlim, birêz Maxsîme, ev 10 sal in ez bi lalafirê li ezmanê heftan digerim hê nêzîkî xwedê nebûme, ma tuyê li serê zinêr nêzîkî xwedê bibî ewladim?

About The Author