Encamên hilbijartina başûrê Kurdistanê kêm zêde eşkere bûn.
Li gor encamên ku heta niha eşkere bûne, lîsteya 110 ango PDK : 52,36%, Goran; 17,73%, YNK;13,9%, Yekgirtu,8:04%, Komel; 5.41% û yên din 2.55% deng wergirtine.
Li gor vê encamê, PDK dengên xwe paraztine. YNK hinek ji dengên xwe wenda kiriye. Goran piçekî zêde kiriye.
Encama balkêş, PÇDK a ku girêdayî PKK û KCK ye û hedefek mezin û qerase wek hedefa Konfederasyona Rojhilata Navîn daye pêşîya xwe, ji %2.55 deng wergirtiye. Wey serketina we li ser xêrê be rebbî! Înşallah hilbijartinek din hûnê dengên xwe zêdetir bikin û xwe bigihînin % 3.
Ê de haydêêêêêêê, bela çavê Sebahat Tuncel û Aysel Tugluk ablamiz ronî be. Amerîkancîyên ku bûne kelemên çavê Kurdên dewşîrme, dîsa bi ser ketin û tiiiiirrrrrrrrrrrrrrrrrrrrr ji antî Amerîkancîyan berdan, cîgeriiiiiimmmmm!
Ê de pîroz û bimbarek be rebbî!
Heta xwedayê mezin û Partî Demokratî Lotikxane li pişta PDK û Barzanîyan be, bi sê telaqên jinberdanê, pişta wan nayê xwarê û hûn sax…
Hewlêr