EŞQA EKOLOJÎK

(An jî di eşqê de bandora ekolojîyê)

Jin: Ne bêje qey ez lê hay nebûme. Baş û zelal haya min jê heye ku mistdayina min laşê te serxoş nake; bi qeysî ku laşê min bi mistdayina te mest dibe û ji mêzîn ve dikeve.

deniz sanBi kefên destên min kêfên te nadin çargavan; bi qeysî ku kêfên min bi kefên destên te moz dikin û bê bask bi firrê dikevin.

Bi firkandinên min kelecan bi hekehekan, di sînga te de teqleyan navêjin; lê bi firkandinên te kelecanên şadiyan- mîna kevokên teqlevan- di sînga min de difirrin û ji teqlan zîz dibin, li bin guhê erdê dikevin.

Ez jî pir ji bêhna te û bêhnkirina te hez dikim. Lê gava ku tu min bêhn dike, ez dibêm qey giyanên min ji laşê min ve difûrrin berbe hundirê te ve û niqut-niqut dadiwerivin dilê te: Kezeba te radimûsin, çavên te hembêz dikin û pak û paqijtirîn li laşê min vedigerin; berî ku ez weke çivîkekê bi perpitim ji kêfan.

Ez baş dibînim û seh dikim. Lê ez her wiha jî baş dizanim ku ne ji ber ku tu pir ji min hez dikî, an jî ez hindikî ji te hez dikim.

Doxîna devê min sist bû û van fikar û pirs û bersivên min yên ku ez di navbera wan de bûme qeşmer li min mukur hatin û ji te re bûn eşkere. Ka! Tu jî henek û qerfên xwe bi min neke rehme!

Mêr: Qet xwe ne betilîne jînbişirîna min. Hê dem û wextên dûdirêj pêdivî ya gayê min bi çiyayê te, ya evîna min bi dilê te heye. Xwe ne qeherîne. Ka tu tîna canê xwe li canê min berde ez jî dengê xwe li guhê te…

ekoloji

Ji ber ku ez bi bêhnkirina şemamokan elimîme bêhnkirinê, bêhnkirinên min ne girtiyên tumahiya pozî ye. Mazûbantiya bêhnan, hew ne para bêvilê tenê ye. Hemû amûrên laşê min bi hevudû re bêhnan ji hevudû vediçirînin û wan nota bi nota diherikînin rehên min. Heta ku ev notayanan bêrîkên xwe ji bo te, bi xwîna min dadigirin û vedigerin çermê te; bi hembêza hulma min re, di dirûvê awazên dengbêjan de…

Ji ber ku te bi pêlîstokên bê giyan û kîmyewî pelandin nas kiriye tu yê tu carî; ne, qeysî min tehma mistdayinê seh bikî û ne jî tu yê bi karibe bi qeysî min bi bandor laşê yarê xwe bifirkînî. Ji ber ku kefên destên min bi pêlîstina terriyên cewrikan û perrîkên mirîşkan hînî hêz û xweşikayiya zindîbûna xwe bûne û ji ber ku tu jî ji vê saetê pêve nikare zarokatiya xwe ji binî de bijî, qet xwe ne behecîne yara min tu ji xwe re tehma min derxîne.

 

About The Author