Ez di trafîqa Stenbolê nim!

HELBEST

Ji Taksîmê ketim basê û bas ber bi Mecîdiyekoyê ve meşiya. Ber êvarê bû, lewma jî tirimbêlek di qûna tirimbêlekê de trafîq bi meşa kîso diherikî. Sihûda min hebû ne şipiya bûm gidî. Yan na di wê trafîqê de bi şeref min ê pê bigirta… Li faruqokêleka xanimeke bedew rûniştibûm, lewma jî ne xema min bû. Lê ez jî ne li ser bala xanimê bûm haa. Berguhka wê di guhên wê de ji xwe re li muzîkê guhdarî dikir û berê awirên wê li derve bûn. Min nahletek li çavê şeytên anî û ji tûrikê xwe pirtûkek derxist. Ji her sê pirtûkên di tûrik de, ya Occo Mahabad a bi navê „Helbestên Qehpik“ ket destê min. Haa bibore, wî ne „Helbestên Qehpik“ „Helbestên Qehbik“ nivîsiye. Qey qehpikên cem wan hîn qehpiktir in, lewma „p“ kiriye „b“. De ew zane, deve ye û bi serê xwe ye.

Bajarek nema

Jinek nema

Fikrek nema ku

Aramiyek bide destên min

Bêhna xwêdana xweneşoyan û bêhna xanimê hev dişuşt. Firnika min a çepê bêhna xanimê, firnika min a rastê jî bêhna xwêdana xweneşoyan dikşan nav kezeba min, hêleke kezeba min sermest, hêleke kezeba min jî bêhiş ketibû. Rebenên hestan jî bi helbestên Occo îşkence dikişandin.

611x395_611_4fd70440ae37e

Îro derketim derve

Li herderê bajêr

Herkes herkesî dixwe

Herkes ji xwe direve

Herkes dişibe herkesî

Piştî kêliyekê bas gihişt Şîşliyê û ew xanima li kêleka min peya bû. Xanimeke navosere hat li şûna wê rûnişt. Ew bi telefona xwe, ez jî bi Ocoyê xwe şitexilîm. Rebenê çavan digirîn, hewar hewara hestan e, lê ez her dixwînim.

Eyy birano

Eyy xwişkno

Ew milîtan birayê min bû

Bavê çar zarokan

Mêrê jineke qedirbilind

Şervanê gelekî bindest

Êdî hêdî hêdî nêzîkî rawestgeha ku ez ê lê peya bibim dibûm. Herçend xanima kêleka min xwest bala min bikişîne ser xwe jî, min guh nedayê û min terka Ocoyê xwe nekir. Berî peya bibim bi kêliyekê min pirtûk qedand û min xist tûrikê xwe. Bi peyabûnê re wek gundorek ji wan gundorên ser xaniyên kerpîçî yên Mêrdînê di ser min re derbas bûbe, min xwe betilî, westiyayî hîs kir. Trafîqê ez betilandibûm an Occo, nizanim…

tu kulîlkek bû

min tu bên dikir

ka kulîlka min ka

ka tu li ku yî ka

Li gorî nêrîn û fikra min, di nav helbestkarên bakurî de, çi ciwan, çi yextiyar, çi mirî, çi sax, Cemîl Denlî û Rênas Jiyan ji nav derxin, ên din tecawizî hest û helbestê dikin…

About The Author