Ê wan Zekî Muren hebe, ê me jî Ciwan Haco heye qardaşim!

Li bajarê Kirklarelî yê Tirkîyê, çêlekên gund li ber dengê hunermendê germik û nermik Zekî Muren êm dixwin û şîr didin.

Xwedîyê çêlekan Huseyîn Ûzûn, di axurê xwe de sîstema muzîkê çêkiriye û bi şev û roj dengê Zekî Muren bi çêlekên xwe dide guhdarkirin.

inek-zekimuren

Çima hûn zanin?

Huseyîn Ûzûn efendî dibê:

„Çêlekên min bi dengê muzîkê û bi taybet jî bi dengê Zekî Muren mulayîm (sernerm û bêhnfireh) dibin. Bi vî awayî hem êmê xwe zêdetir dixwin û hem jî zêdetir şîr didin, guhanê wan bi dengê muzîkê tije şîr dibe“ û daye lotik û zîtirkan.

Li gor Huseyîn efendî dibêje, rojê 2 kîlo şîrê çêlekan zêdetir bûye, ji 15 kîlo şîr derketiye 20 kîlo şîr û ev jî bi saya serê muzîkê û dengê Zekî Muren e.

Birastî lo, çima em pez û dewarên xwe bi muzîkê xwedî nakin?

Meselen hûn CD û kasetên Ciwan Haco bi pez û dewarên xwe bidin guhdarkirin, gelo wê çi bibe?

Meselen mîh, bizin, nogon û çêlekên me strana Ciwan Haco a „Dil ketmê dil ketmê şeva pêşî dil ketmê, ketim ser dilê wê bû qurqura zikê wê“ guhdar bikin, xwedê zane bê wê çend kîlo şîr bidin.

Ma dengê Zekî Muren jî li ber dengê Ciwanê me tiştek e kuro!

Bawer bikin heke çêlekên xelkê li ber dengê Zekî Muren 2 kîlo zêdetir şîr didin, wê çêlekên me li ber dengê Ciwan Haco 10 kîlo şîrê zêde bidin.

Aha ji we re şîrê zêde, pareyên pir û sermiyanek belaş!

Nisêbîn

 

About The Author