Pozbilindê bû şahciwana cîhanê

63. pêşbirka bedewî û şayciwanîya cîhanê li Endonezyayê çêbû. Di pêşbirkê de 127 bedew û horîyên bihuştê beşdar bûn û dilê zilamên cîhanê peritandin, doxîna wan şil û pil kirin.

Megan Young 1

Di pêşbirkê de bedewa Filipînî Megan Young bû yekem û taca şahciwanîyê da serê xwe.

Ma Megan Young jî jin e?

Ne jin e, ne horî ye, hema nexwin, venexwin û lê binerin.

Malxerabê wek çerezên ber eraq û şerabê ye, tu bixwî nexwî jê têr nabî.

Wek çîkolata bi fisteq e, tu çiqas bixwî tama devê te xweştir dibe.

Wek dendikê gulê berbero ye, ji sibê heta êvarî biçeqçiqînî ne jê têr dixwî û ne jî destê te jê dibe.

Malxeraba pozbilind wek wan xezalên berîka Mêrdînê ye, naxwazî bikujî, lê ji nerîn û temaşa wê têr nabî..

Werhasilî kelam, heçê bi Megan Young xanimê re bizewice xwedê da wî û hew…..

Ax Megankê aaaaaxxxxxxxxx!

Xwezî hema şevekê tenê tu jina min bûya û bela xwarina sîr û pîvazê li dê û bavê min heram bûya û hew!

Endonezya

Megan Young 2

Megan Young 3

 

About The Author