„Rojava“, lê Rojavayê Kuderê?

daskan-dibbo Kopie  Par(çe)kirina KURDISTANê.  „Rojava“, lê Rojavayê Kuderê?

Tirkî, bi riya siyasetmedarên xwe, bi riya çapemeniyê û bi riya nivîskar û rewşenbîrê xwe, dixwaze Kurdan bike wek goştê çengelkirî. Dixwaze peyva „Kurdistan“ê ji zimanê wan biqelişe û peyvek bêhn pê ketî wek „Demokratîk Tirq Cumhuriyetî“ derxe holê.

Vê taktîkê çawa bi kar tîne?

Çend peyvên Kurdî dixe nav hevokên xwe û şewka xwe tavêjê nav gelê Kurd. Hema çendaan zeft bike, jê re kar e.

Dibêjin qey gelê Kurd masî ne…

Ji dema ku tekoşîn li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye, di çapemeniya Tirkî de dibêjin „li Rojava şer“, lê nabêjin „gelo ev „Rojava“, rojavayê kuderê ye?“. Ne tenê ew, hinek Kurdên me jî  peyva herî girîng „Kurdistan“ derdixin û peyva „Rojava“ bi tenê, tazî dimîne.

Dixwazin parkirina, parçekirina Kurdistanê bi gel bidin jibîrkirin. Dibêjin „halk serhildani“, di nav hevokên zimanê Tirkî de peyva „gundî“ bi kar tînin.

Çaya qaçax divexwin, cixarê qaçax dikşînin. Û dibêjin qey „devrîmcîtî“ tenê ev e. Dibêjin qey mafê Kurdan tenê ev in.

Ma Kurdîtî, tenê qaçaxî û gundîtî ye oxlim?

Wek peyva ku dibêjin „Quzê(y) Iraq“. Çima hûn nabêjin „Başûrê Kurdistanê“ lê hûn dibêjin Quzê Iraqê?

Quz û muz ji me re hewce nake , me dewletek serbixwe divê. Em dewletek serbixwe dixwazin, ne yek bindest.

Ger hûn bê illahî divê „bin“ bê, bere „ Dewletek di bin tava Xwedê de be“, çawa ye ..?

About The Author