WISA XWEŞ DIXWÎNE MIRÎYAN JI GORÊ RADIKE

Dema derbeya leşkerî ya 12 Îlonê qewimî, Kenan Evrenê Arnawîd hemû melayên welatparêz yên Kurd sirgûnî bajarên Tirka kir. Yek ji wan melayan jî Mele Resûlê Mûşî bû.

AW000999Mele Resûl sirgûnêî gundekî bajarê Qeysera Rûm kirin. Mele Resûl deng xweş û ol zana bû.

Rojek yekî gundî mir û çû ser dilovanîya xwe, Mele Resûl li goristanê dest bi diayan kir. Wisa xweş û dirêj quran xwend, kesekî definkirinek wilo nedîtibû. Xelkê gund matmayî man.

Piştî definkirina mirî, mixtarê gund ji Mele Resûl re got “ Ez xulam, welehîn te hinek jî bixwenda wê mirîyê gorê rabûna ser xwe. Em bi qûrbana  te û ilmê te bin “ werhasil.

Van rojan dîsa hinek xweş dixwînin hela çawa Kurdan bixapînin. “ Pêvajoya çareserî “ nebû, dest avêtin “ besteka demokratik “. Hinek jî hîna dibên “ muzakere û nizam mîza kerê “ werhasilî kelam…

Kurdino, nebê hûn radibin ha, hema ji xwe re razên. Çawa be hûn bi saxî kirine gorê ne wisa ? !

About The Author