Emîne abla dibe seroka Amedê, kilîlîlîlîlîlîlîlîlîlî!

Belê, van rojan BDP dikele û bûye wek şorba nîskê. Hinek dibên wê Seloyê me dev ji serokatîyê berde, hinek dibên na. Hinek dibên Seloyê me li dijî hevkarîya bi çepên Tirka re ye, hinek dibên na. Lê çi dibe bela bibe, BDP wek şorba di beroşê de dikele û wê di kongreyê de hertişt eşkere bibe.

Di vê derbarê de Seloyê me, ango Selahattîn Demîrtaş, li Amedê bersiva hinek pirs û pirsgirêkan da. Lê xuyaye jinên BDP î tir ji zilamên BDP î berdane û çarika serê xwe dane serê wan.

emine ayna KopieLi gora fitne û fesadên nava BDP dibilînin, dibêjin wê Şaredarê Amedê Osman Baydemîr nebe serokê Amedê. Ji xwe Seloyê me jî di axavtina xwe de eşkere kir û got ku wê „vê carê jinek bibe seroka şaredarîya Amedê“. Ango wê xalê me Baydemîr dev ji lotikên Amedê berde. Li gor gotinên gotinbêjan, dibêjin sedemek ew e ku Osmanê me li Entabê 70 daîre, apartûman û febrîqe kirîne û ji bo gendelî eşkere nebe jî ew li ser navê brayê xwe tapo kirine. Ji xwe heta bi teqsîcî û motorcîyên Amedê jî bi vê lotikê hisiyane.

Axir, mesela me ne li ser Osmanê meye. Şaredar e, helbet divê bixwe jî û bide jî. Lê mijara me li ser seroka nû ya Amedê ye.

Li gor Selahattîn Demîrtaş eşkere kir, wê şaredara nû ya Amedê jinek be.

Lê kîjan jin?

Helbet jina herî bedew û jêhatî ya BDP xaltîka me Emîne Ayna!

Û helbet navê ablamiz Ayla Akat Ata jî derbas dibe.

Li gor sîxurên me yên di nava BDP de dibêjin, şansê Emîne Ayna zêdetire.

Çima?

Ji ber ku xanimê meriva Omer Ayna ye, çep e, mejîçep e, ruhê Kurdayetîyê  pê re kêm e û tew Kurdî jî nizane. Ji ber van sedeman, dibêjin wê xaltîka we Emîne Ayna xanim zêdetir layiqî Amedîyan be û wê karibe zêdetir bi zimanê Tirkî xizmeta Amedîyan bike.

Ez serê we bêşînim û neêşînim, xuyaye jinên di nava BDP de zora mêran birine û êdî dem dema jinên azad û azadîya jinê ye.

Ê min bixwe ezê raya xwe bidin Ayla Akat Ata ablamiz babam. Çawa be xanimê hinekî tê xwarin, lihevhatî ye, piçek ruhê Kurdayetîyê pêre heye.

Îcar hûn deng û raya xwe didin Emîneka me yan nadin ji xirrê Osmanê me ve û xelas….

Amed

About The Author