Tirk im, virq im rabû, wey li ser xêrê be rebbî!

Sûnda ku bi dehê salane li serê zarokê Kurdan bûbû bela û ew mecbûrî Tirkperestî û asîmîlasyonê dikir (Andimiz), piştî eşkerekirina pakêta demokrasîyê ya Erdogan beg, rakirina wê bi fermî hat qebûlkirin.

andimizKopie

Serekmişawirê Serokwezîrê Tirkîyê Aydin Unal, da zanîn ku rakirina „sûnda me“ bi fermî hatiye îmzakirin û ewê di rojnama fermî de bê belavkirin.

Piştî rakirina vê sûnda nîjadperest, êdî wê zarok wê sûnda bi gû li dibistanan nexwînin û xwe mecbûr nebînin ku „ew Tirk in, xwaromaro ne, dewşîrme ne û hebûna xwe nekin bi qurbana hebûna Tirkan“.

Ê de lotika Kasimpaşalî Receb li ser xêrê be û xwedê li axreta gewrik 75 horîyên bihuştê bike qismetê wî rebbî….

About The Author