Behcet efendî lotikek bêîman atmîş kir

 Şaredarê navçeya Fethiye ya parêzgeha Mûglayê, lotikek bêîman avêtiye û xwe bi Kurdan şûtik û rindik kiriye.

Behcet Seetçî lewheyek mîna ya Lewhilmehfûzê bi Tirkî û Kurdî nivîsiye. Ji bo pîrozkirina Cejna Qurbanê weha gotiye: „Ulke bitunîya me bozulmamasi ve hezkirina insana di hundure me kuvvetlenmesî dilxazîya me ye. Qurban Bayramimiz pîroz be.“

MHP Cejn

Behcet Seetçî  xwe têkelê siyasetê jî kiriye û weha gotiye: ” Dînime îmanime hevalên min ên Kurd pir hene, ez ji wan pir hez jî dikim. Bi sê telaqên jinberdanê, çawa Tirkîya me şildim-bildim e, Kurdîya Kurdan jî ji Tirkîya me xirabtir bûye” û daye lotik û zîtirkan.

Kurdên ji Meletîyê cuda bi Kurdî dipeyivin, Kurdên Agirîyê cuda, yên Diyarekirê cuda dipeyivin. Yanî kes ji wan bi Kurdiyek zelal weke ya Ehmedê Xanî napeyive. Hemû devok û gotinokên wan hev nagirin. Lê dîsa jî me di vê cejnê de pîrozbahîya xwe bi Kurdî û Tirkî qariştirmiş kiriye. Bi vê yekê hindik be jî em Kurd emê hevdu anlamîş bikin wesselam…

Lê Behcet Seetçî efendî piştî vê lotika xwe mala xwe bir mîratê û êrîşa gur û dêlikên partîya xwe kişand ser xwe. Partîya wî MHP û sergurê partîya wî Dewlet Bahçelî Behcet efendî da dezgeha disiplînê da ku wî ji partîyê bavêjin û qûşê lê biqetînin.

About The Author