KCK 3 lotikên pîroz û maqûl avêtin

Belê, piştî ku ji pakêta Erdogan „kundir“ derket û gellek alî xeyalşikestî bûn, çawîş û başçawîşên KCK li hev kom bûn û nirxandinek kirin, ji bo çareserîya pirsa Kurd dest bi lotikan kirin û 3 xalên pîroz û maqûl pêşkêşî Kasimpaşalî Receb û awira gelemperî kirin.

kck-pkkLi ser bextê ajansa ANF be, dibêjin a Konseya Rêveberîya KCK piştî ku nirxandinek mezin li ser „kundirê Erdogan“ kiriye û ew pakêta kundiran rexne kiriye, ji bo çareserkirina pirsa Kurd 3 xalên pîroz û maqûl pêşkêşî Erdogan û awira gelemperî kiriye.

Çine ew hersê xal?

1- Divê hebûna Kurdan, nasname û çanda Kurdî bi fermî di makzagonê de cîh bistîne û têkeve bin ewlekarîya. Divê bi nasnama Kurdî azadîya xwerêxistinkirinê bê naskirin.

2- Kurd civakek e, li gora hebûn û qebûlkirina vê civakê, divê desthilatdarîya wê civakê, ango xweserîya demokratîk bê qebûlkirin.

3- Divê di her bergeh û di her astê de perwerdehîya zimanê zikmakî bê qebûlkirin.

Li gora Konseya Rêveberîya KCK, ev hersê xal, daxwazên ku Kurd qet nikaribin dev jê berdin û xwe jê dûr bixin.

Axir û werhasilî kelam, KCK di dawîya daxuyanîya xwe de dibêje ku „Bi alavere û dalavere“ êdî Kurd nobetê nagirin û wê kesek nikaribe bi „Alavere û dalavere  – bi dek û dolaban“ Kurdan bixapînin babam filan û bêvan.

Ez serê xwe û we neêşînim, bawer bikin hersê xal û lotikên başçawîşên KCK pîroz û maqûl in. Heta Kurd, nasname û çanda Kurdî nebin fermî û nekevin zagon û makzagonê, wê ji her pakêtê kundir derkeve û hûn sax…
Qendîl

About The Author