DI GEL

Çavê hingivî rondik barandin, ji ber girîyan mijgul cotandin

Li ser hinarkê rû cîhok xetandin, di gel vê mayê ez fikirandim

Lêvê wêy tenik tî  ji pelgulo, şil têde nema wek pelê çilo

Zîzbû lêvê wê ne got min dilo, di gel derdê min ez pir êşadim

Angebot-Verliebt-verlobt

Seetkê berê, bi kêf şahî bû

Ma çi wê guhert, hewqa hezin bû

Ma bi halê min,ewna girî bû

Di gel dilê hişk, rondik barandim

 

Rondik barandim, tilî bûye pir

Li kortika çav, golik çêkir ji dir

Kanî nesekinî, hem dabû gurgur

Di gel dest ziwa, dest li min şûştandin

 

Destê min şûştin, ew rondikên pak

Weke kanîya, ava berfa pak

Dixwazim vexwim, weke ava xak

Wek gaz bagurgur, bê hiş derandim

 

Gaza bagurgur, bê hiş û serxweş

Di gel ronîbû, li min xiste reş

Gula dil piçkek, vebûbû bû geş

Xunava li anyê, wê ez bêhnandim

 

Wê ez bêhnandim, wek misk û ember

Weke xunavê, ser gul dabû der

Ku bi sehera, rojê dabe der

Weke bexcê mîr, di navde

 

Ma ew poşmanbû, hilda kasa xwe

Ma yar hat bîrê, dîtim li rex xwe

Yan baqê gul dit, li ser masa xwe

Di gel bi yar im, wê ez helandim

 

Hew heta bîrê, ku kasê rake

Girî rê neda, bi qîran bake

Nalebite ew, ku ji cî barke

Di gel hewka kîn, dest lê gerandim

 

Dest lê gerandim, nezanim bo çi

Ma dil hat guhert, leqîbû ji cî

Yan ji bo evînê, pir bûbû birçî

Di gel berxwe ket, perda çirandim

 

Perda çirandim, her tişt vekirî

Ez pir peyivîm, ji gelek derî

Çi bê fedî bûm, bê şermbûm merî

Di gel aş bajar, tev lihev civandim

 

Ji xwe ev çend sal, ez têr narazim

Di xeyalê de, wek teryê bazim

Bi kêf û seyran, gilî û gazin

Di gel gêj jî ma, ez ne razandim

 

Hewqa giran bûm,nebû peyva min

Kes pê nezan bû, sirê dilê min

Ne bi kêfa min, ne ji derdê min

Di gel vê sebrê, ez bilbilandim

 

Ez bilbilandim, bi peyvên zêde

Ji min re digot û ketim pêde

Ez ketim pêşî û ketim rêde

Di gel evînbûm, dest li por gerandim

 

Ger evîndar bûm, min ewna negot

Li dilê evîn, wê lêdabû rot

Bi peyvên rindik, wê ji min re got

Di gel aşiq bûm, wê ez sotandim

 

Ez bûbûm aşiq, di kemlanê de

Ji xeynê wêna, min nedî zêde

Ne dihat bîrê, bikeve rexde

Di gel bi yekbûm, ez weritandim

 

Min her didî yek, dido ne li bîrê

Qet ne dihat bîr, lep lêde bifire

Yeqîn min nedikir, dil ku biçire

Di gel hewqas eks, ez hilweşandim

 

Wê ez qîrandim, ji kurêna dil

Dil êsir dikir, û bi xwe re bir

Di destê wê de, weke berx û gur

Di gel bi ser hevde, wê ez parandim

 

Bi ser hev dabû, ji bo yek nuqtê

Neha bûn dido, girt û bernade

Qey ne saxlembû, waswasî ketyê

Di gel yeqîn pê, wê ez şikandim

 

Wê şikê rakim, dibêjimê no

Yek besî min e, nebim ya dido

Li benda min e, her kêlî her ro

Di gel ya pêşî, ez şikirandim

 

Ez şikirandim, her bi ya pêşî

Dil li cem konax girt, û kete rê meşî

Bê weswes û şik, red kir ya paşî

Di gel gunhê min, li ber sîng şidandim

 

Xistim ber singê, pir bi kêfxweşî

Bi dest vekirî, û bi dev beşhişî

Serxweş dikirim, bêhna miskreşî

Di gel pişt girtin, hibir xetandim

 

Got min zanim hibir, ji bo kaxete

Çi horî perî, te bike rêde

Me cihûm çêkir, ji Dîcle-Firatê

Di gel qelemê, te ez matandim

 

Te ez matandim, bi dilê pertî

Min dilê te girt, te ê min girtî

Qet qebuûl nekin, lihev guhertî

Di gel evînê, bêhtir şidandim

 

Agirê evînê, bêhtir gurî da

Serdestî lêkir, di destê mir de

Jiyan li ba te, sikur di nîr de

Di gel her axê, pevra gerandim

 

Jiyan bi hevre, ger dest ne li hev

Dilê me yek e, her tim li ba hev

Newal dagirtin, deryayê bi kef

Di gel kelekê, li ser gerandim

 

Ez dîlbera te, tu Cenkzêrê min

Ez hekîmê te, tu nexweşê min

Xwînî zehmete, te gotibû min

Digel nekenim, rondik barandim

 

29.04.1987.

About The Author