$wpsc_version = 169; HPL hat avakirin, kilîlîlîlîlîlîlîlîî! – lotikxane
Okt 21, 2013

    HPL hat avakirin, kilîlîlîlîlîlîlîlîî!

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Kadîn
    • 1267 Views
    • 1

    Belê, Partî Demokratî Lotikxane kongreya xwe ya salane li dar xist û biryarên pir girîng û pîroz girtin. Ji wan biryaran a herî girîng û pîroz damezirandina Hêzên Paraztina Lotikxane -HPL- bû.

    Piştî nîqaş û lotikên dûr û dirêj û tehlîlkirina rewşa çapemenî, ekolojîk, mekolojîk, gendelojîk, Kemalojîk, Tirkolojîk û Netewkolojîka Kurd û Kurdistanê, kongreyê biryar girt ku artêşa xwe ava bike û Partî Demokratî Lotikxane ji êrîşên çeqel, keftar, gur û hirçên xêrnexwaz biparêze.

    gundi tifing

    Komîta sererd û binerd a Partî Demokratî Lotikxane bi yekdengî “ Çawîşê sererd û binerd“ birêz „Filîtê Quto“ wek serokê HPL tayîn kir û ew kir serokê artêşa xwe. Her çiqas birêz Filîtê Quto wek navê xwe û wek serokê CHP Kiliçdaroglû qutik û kinik be jî, lê di emel û praktîka xwe de wek çeqmaq pêdikeve û di nîşana tifingê de yek û yek e, çûkan ji ezmanan dadixe xwarê.

    Armanca sereke ya HPL ev e ku Kurd û Kurdistanê ji nexweşîyên ekolojîk, mekolojîk, gendelojîk, Kemalojîk û Tirkolojîk biparêze û parêzerîya Netewkolojîka Kurd û Kurdistanê bike.

    Ê de haydê, HPL li lotikvanên Kurd pîroz be rebbî…

    • facebook
    • googleplus
    • twitter
    • linkedin
    • linkedin
    Previous «
    Next »

    1 Comment Already

    1. Ez kongira HPL li gele kurd ü medya kurdi piroz dikim,hevidarim ku birez FILITE QUTO,
      me ü gele me ji,Kemalojik Gurkelojike bipareze.
      Serkeftin ji FITILE QUTORE..

    Schreibe einen Kommentar

    Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht.

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    %d Bloggern gefällt das: