HPL hat avakirin, kilîlîlîlîlîlîlîlîî!

Belê, Partî Demokratî Lotikxane kongreya xwe ya salane li dar xist û biryarên pir girîng û pîroz girtin. Ji wan biryaran a herî girîng û pîroz damezirandina Hêzên Paraztina Lotikxane -HPL- bû.

Piştî nîqaş û lotikên dûr û dirêj û tehlîlkirina rewşa çapemenî, ekolojîk, mekolojîk, gendelojîk, Kemalojîk, Tirkolojîk û Netewkolojîka Kurd û Kurdistanê, kongreyê biryar girt ku artêşa xwe ava bike û Partî Demokratî Lotikxane ji êrîşên çeqel, keftar, gur û hirçên xêrnexwaz biparêze.

gundi tifing

Komîta sererd û binerd a Partî Demokratî Lotikxane bi yekdengî “ Çawîşê sererd û binerd“ birêz „Filîtê Quto“ wek serokê HPL tayîn kir û ew kir serokê artêşa xwe. Her çiqas birêz Filîtê Quto wek navê xwe û wek serokê CHP Kiliçdaroglû qutik û kinik be jî, lê di emel û praktîka xwe de wek çeqmaq pêdikeve û di nîşana tifingê de yek û yek e, çûkan ji ezmanan dadixe xwarê.

Armanca sereke ya HPL ev e ku Kurd û Kurdistanê ji nexweşîyên ekolojîk, mekolojîk, gendelojîk, Kemalojîk û Tirkolojîk biparêze û parêzerîya Netewkolojîka Kurd û Kurdistanê bike.

Ê de haydê, HPL li lotikvanên Kurd pîroz be rebbî…

About The Author