Kêra Kurdî, ev çi kêr e?

Di rêzefîlmê Amerîkî Supernatûral de behsa efsaneya „Kêra Kurdî ya ku şeytên dikuje“ tê kirin. Gelo ev çi kêr e? Yan haya kesekî ji efsaneya vê kêra Kurdî heye?

kurd kerFîlmê ku sereklîztikvanîya wî Jared Padaleckî dike, fîlmek tirsê, drama û komedî ye û di van demên dawîn de zêde navdar bûye.

Di beşekî fîlm de Henry Wînchester di sala 1958an de rêwîtîya xwe dike û dixwaze nevîyê (torinê) xwe yê pêşerojê bibîne û pê re dikeve têkilîyê. Di axavtina navbera herduyan de behsa efsaneya „Kêra Kurdî ya ku şeytên dikuje“ tê kirin.

Heta niha kesekî behsa vê kêra Kurdî nekiriye. Ne di pirtûkan de û ne jî di rûpelên dîrokê de behsa wê nehatiye kirin. Hatibe kirin jî belkî me nexwendiye û nedîye.

Kesên ku haya wan ji efsaneya „Kêra Kurdî ya ku şeytên dikuje“ hebe, ji kerema xwe me jî pê agahdar bikin. Belkî em jî bi xêra we hinek şeytanên ku xwe di nav tevgera Kurdî de veşartine û bi navê Kurdayetîyê dijminatîya Kurdan dikin, bikujin.

Amerîka

About The Author