Xalê me derbasî başûr nekirin, wey weledddddd!

Belê, li ser bextê fitne û fesadên nava PYD û başûrê Kurdistanê be, dibêjin serokê PYD xalê me Salih Mislim ji 17ê mehê ve li ser sînorê başûr û rojava hêsîr maye û nikare derbasî başûr bibe. Wey weleddddd xalê Mislim wey weled!

Xalê me Salih Mislim ê ku di hinek axavtinên xwe de dixwest başûrîyên kevneperest û paşdemayî (!) terbîye û îslah bike û wan bike zilam, îro li ser sînoran tê sekinandin û nahêlin ew derbasî başûr bibe kuro. Ê em li halê xalê xwe Mislim negirîn emê li çi bigirîn kaka? Ma xalê me yê van halan bû ha? Ma serokek wek serok Salih Mislim li ser sînoran tê sekinandin babam?

salih mislimAxir, bela derbasbûyî be xalê Salih. Hêvîdarim rojek berî rojekê tu derbasî başûr bibî û wan Kurdçî û kevneperestan terbîye bikî û bikî zilam. Yan na, ewê her roj te bidin sekinandin ellahwekîl..

Henek li alîyekî lo, hûn bi rehetî karin derbasî Tirkiyê bibin û biçin Qendîl yan deverek din. Çima illeh sînorê başûr û rojava? Madem Kurdên başûr ne „terbîyekirî“ ne, gundî, nezan û paşdemayî ne, çima hûn dixwazin di sînorê wan re derbas bibin ez qurban?

Na na xalê Mislim, xwe muhtacî sînorê wan kevneperest û gundîyên ne terbîyekirî neke ez heyran. Ji Nisêbînê yan ji Rasel Eyn û Kîlîs û Hatayê derbas bibe û tu sax. Serê neêşe ne hewceyî destmalê ye exûyî..

Hewlêr

About The Author