Yan dê Tirk e, yan jî bav

Îsotçî û lehmecûncîyê Ruhayî Îbo Tatlises paşûpê li kerê siwar bû û dîsa bi xwe de rît.

Îboyê ku serdana başûrê Kurdistanê kir û ji alî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin, ji çapemenîyê re axivî û dilxweşîya xwe anî zimên. Îsotçî Îbo piştî ku got „Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî“, Tirkoleran wek seg û guran êrîşî Îbo kirin û ew dan ber lotik û zîtirkên bergîlkî. Çima ku navê Kurdistanê derbas bûbû, li qûna Tirkoleran zor hatibû.

ibo2 KopieAxir, mesele ne ev e, ji xwe em bi qûna wan zanin û em zanin bê çend mû bi qûna wan ve ne.

Lê îsotçî Îbo?

Malxerabo ziravê pisîkê jî pê re tuneye. Ew jî wek hinek serokên me yan dêya xwe dike Tirk, yan bavê xwe. Xwe li ber lotik û zîtirkekê jî nagire.

Piştî rexneyên Tirkoleran, Îbo efendî gotinên xwe yên berî çend salan wek mînak nîşanî xelkê da.

Çibûn ew gotin?

Li Hewlêrê çi gotibû îsotçî Îbo?

Gotibû: „Bavê min Tirk e û dêya min Kurd e. Lê ez Tirk kurê Tirka me.“ Yanî begefendî Tirk oxlî Tirk e.

Kuro hey xwelîliser, madem bavê te Tirk e û dêya te Kurd e, çawa tu dibî „Tirk olî Tirk „ha?

Kuro law tu „dewşîrme yî, dewşîrmeeeeeeeeeeeeeeee!“ Hêka te xerabeye cîgerim, tu çeqilmastî babam!

Birastî lo, çima hinek ji Ruhayîyên me yan bavê xwe yan jî dêya xwe dikin Tirk ka hûn nabêjin?

Gelo ev genetîk e yan jî vîrûsa êşa mirîşka ye?

Ruha

ibo

About The Author