KEVÇÎYAN HILÎNIN; ŞORBE NÎSK AMADEYE !

Şivanên gund dev ji karê xwe berda bû şerpeze bibûn, hewcebû ku her kesek bi dor biçe ber pez. Gundî rûniştin ku çareserîyekê peyda bikin.

corbaciyo Kopie

Hisik got “ Bila dor ji taxa jor dest pê bike û li gorî serê deh pezan rojek pez biçêrînin

Evdo got “ Na ez ne qayîlim, bila bi serê panzdeh pezî rojek be

Paşo got “ Bila dor ji taxa jêr dest pê bike û serê pênc peza rojek şivanî bê kirin.

Her yekî tiştek got û tiştek bi serê hev nexistin werhasil…

Nûro got “ Wuha nabe, bila kekê Neco bibe kizîr û ew çi bêje em qebûl bikin.

Neco hinek fikirî û got “ Bila dor ji taxa jêr dest pê bike temam ? “ Gundîyan got “ Êêê

Neco berdewam kir “ Serê bîst peza rojek wê her kesek rojek bibe şivan, temam ?

Gundîyan dîsa gotin “ Êêê

Cibo ji Neco re got “ Keko pezê pir yê te ye, li ser wijdanê min be tu li ser heqîyê çareser dikî fermo

Neco got “ Erê şêst pezê min heye lê ezê bi tenê yek rojekê biçim ber pez we fêm kir ?

Bû nirçe nirç û pite pita gundîyan.

Yekî got “ Kekê Neco te heta vir xweş got lê te di dawî de xirab kir. Çima rojek tenê dibî şivan, ma heqê te sê roj nake keko ?

Neco bi hêrs got “ Law ez ji sibê de qirika xwe diqelêşim ji we re çareserîyê dibînim. Rojek ji bo vî kûçikê ez xwedî dikim bi pez re diçe,  rojek jî ji bo kûçikê xwe  jêbexş im. Tê hesabê we qebûlkin, nayê hesabê we hûn zanin. Ez xeynî vîya tu tiştekî ne qebûlim. “ Werhasilîkelam…

Heta wê demê  mam Heso bê deng mabû, Heso zivirî ser Neco got “ Neco ka  pîreka te, keçika te û kûçikê te ez xwedî bikim, ez qet neçim ber pez dibe ?

Tu tiştek bi serê hev nexistin, wesselam…

Ev mesele jî wek “ pêvajoya demokratîk “ e . Zilamê girava Îmralîyê tiştek dibê, Reco tiştek dibê, Qendîl tiştek dibê, Ît û mît tiştek dibên, Aysel û Sebahat û Selo tiştek dibên. Ne li ser xêrê be rebî, tew zêdebûna ser kezebê partîya Kemalîst HDP jî ket navê.

Werhasil bûye şorbe nîsk; de bidin kevçîyan, êdî kê çiqas vexwar gidîîî…

About The Author