Kurdistan bûye firdik

daskan-dibbo KopieSal, wek teşiyekê, di destên pîrepindekê de dizivirî. Kenekî kambax li ser ruyê wê pîrepindê bû, runiştî bû. Ji ber lîstik li ser cîhanê dikir, bi kêf bû û ji dil dikenî…

Li kuçe, kolan, aşxane, meyxane û kerxanên Amedê; keç û xortên Kurd dixwin, divexwin, dilîzin… Xort êdî li dîskotekan bi lîztikên ecnebiyan dilîzin. Hurzî, Bacinî, Xerzanî, Halparkê, Çepkî hatine jibîrkirin. Lîztikên ku ji wan re dibêjin Salsa, Flamenko (lîstikê Îspaniyan), Bale (listikeke Îtaliyan), BreakDance (lîstikeke Amerîkanî) ketiye nav çand û ramana Kurdîtiyê. Di govendê de destgirtin nemaye…

disko KopieQral Mîr Celadet Cêksin û Şahbanû Rewşen Cêksin rêveberiya Kurdistanê dikin. Destê hevûdu digirin, derdikevin nav gelê xwe û wan silav dikin. Qralê Nemir Mîr Celadet Cêksin, smokînê xwe li xwe kiriye, dîsa xencera xwe ji noqa xwe kêm nekiriye. Şahbanû Rewşen Cêksin fîstanek sor li xwe kiriye. Ma ne rast e? Gotine yekî Kurd ku wê wî bi dar vekin; „Daxwaza te ya dawî çi ye?“. Gotiye; „Bela şerîta min sor be“…

Kurdên li Amerîka dijin, xwe“lingî“yek Demokratîq ava kirine. Navê wê kirine „Xwelingîya Kurdishton“. Şaredarê Kurdishtonê, bi navê „Navenda Çanda Mîssîssîppî“ avayek vekiriye. Xuya ye ku Amerîka jî bûye qetek ji Kurdistanê. Stêrkên di ala Amerîkî de kirine pencî û sê.

Li Tirkî, Kurd êdî bi „Kürtçe“ karin biaxivin. Ê ku perê wî hebe, destê xwe diberde binê bêrîka xwe û zarokên xwe bi „Kürtçe“ dide xwendin. Kurdan dev ji parçê axê berdane, li di dûv parlamenterbûn, şaredarbûn û hevserokbûnê de ne.

Werhasil hevalno, dibêjin Kurdistan bûye wek firdik. Dibêjin di nav rezê Kurdistanê de pirr kundir şîn bûne. Daholcî Şemo êdi nema dirahije dahola xwe, Trampetê bi kar tîne. Zebeş bi darê ve çêdibin. Kemançeyê cîhê xwe daye Kontrbasê. Kes nema gizlewêtan dixin piyên xwe.

Guhertinek li Kurdistanê hikim dikir…Ji ber ku hevsar ji destan filitî bû.

About The Author