Salihê me dîsa pê de rît

Xwedê kesî şaş neke. Heke şaş bike jî rê li ber nexe..

Xalê me Salih Mislim hew zane çi bike, hew zane çi bêje û hew zane çawa dijminatîya PDK û malbata Barzanî bike. Rebeno wek serxweşê bê eraq hatiye serê wî, hew ji nav derdikeve. Heyf!

Xalê me Salih Mislim ji alîyekî dixwaze başûrîyan terbîye bike, ji alîyekî lêborîna xwe ji xelkê başûr dixwaze û niha jî Barzanîyan dike zilamê „Daîreya Şerê Taybet a Tirkîyê“. Ew daîreya ku serdarên wê bi piranî zilamê MÎT ê ne. Û ew MÎT a ku xalê me Salih Mislim li Stenbolê bi wan re hevdîtinan dike, çay û qehwê bi wan re vedixwe. Îcar kî zilamê Daîreya Şerê Taybet e em jî nizanin, em jî meraq dikin.

mislim

Li ser bextê rojnamevanê Tirk Fehîm Taştekîn be, Taştekîn hevpeyvînek li gel Salih Mislim kiriye û daye lotikan. Li gor Taştekîn dibêje, Salihê me çavê xwe girtiye û devê xwe vekiriye, ha ha êrîşî Barzanî kiriye û kela dilê xwe rehet kiriye.

Xalê me Salih Mislim ji Taştekîn re gotiye:

“ Em amade ne ku ji bo yekîtîya gelan xwe feda bikin.“ û serê hefsêr berdaye.

Halla hallaaaaa û ya siphan allah!

Çima hûn xwe ji bo serxwebûn û Kurdistanek azad feda nakin, lê ji bo yekîtîya gelan  keç û xortên Kurd feda dikin ya serok!?

Ma ew gelên ku tu behsa wan dikî, xwe ji bo gelê Kurd feda dikin hey te serê Kurdan xwaro!?

Ji me re çi yekîtîya gelan, ji me re çi yekîtîya Tirk, Ereb û Ecemên qûnreş efendî!?

Û xalê me Salih ji bo Barzanîyan çi gotiye?

Gotiye:

“ Ew bi xwe (Barzanî) zêde ne azad in. Têkilîya wan bi ”Daîreya Şerê Taybet a Tirkiyê” re heye û  bi emrê wan li dijî me kiryaran dikin“ filan û fîstan û xeftan.

Wey maşelle!

Wey maşelle ji te re xalê Salih!

Ha MÎT û ha ÎT, ha MÎT û ha Daîreya Şerê Taybet, çi ferqa wan ji hev heye xalê Salih?

Çima hûnê bi MÎT ê re têkildar bin, lê çima ewê nikaribin bi Daîreya Şerê Taybet re têkildar bin xalê Salih?

Yan ji we re adet lê ji xelkê re qebhet e?

Axir, xwedê aqilekî bide xalê me Salih Mislim rebbî!

Ya rebbî tu Kurdan haş bikî û wan ji rêya MÎT û Daîreya Şerê Taybet vegerînî!

Ya rebbî tu morîka xewê ji guhê Kurdan derxî û wan bîne ser rêya îmanê!

Amîîîîîîînnnnnnnnnnnnn!

http://www.radikal.com.tr/yazarlar/fehim_tastekin/kurt_kurtun_kurdu-1158252

Stenbol

About The Author