Partîyek sosyal, lîberal, demokrat û Kurdistanî

nuri8Wek tê zanîn, li ser banga Komîsyona Dîyalogê, li Amedê di 19 û 20 ê 2013 an de civînek pêk hat. Civîn, li ser bingeha hiqûqa kesayetiyê , bi beşdariya ew kadir û şexsiyetên ku di têkoşîna netewî ya Bakurê Kurdistanê de, çi bi awayekî serbixwe, çi jî di nava tradîsyonên wek KDP, DDKD, KUK, RİZGARÎ, ALARİZGARÎ, OZGURLUK YOLU, TÊKOŞÎN û KAWAyê de ji doh heta îro cîh girtine, pêk hat.  Di encama vê civînê de, ji bo avakirina partîyek vekirî ya girseyî û Kurdistanî, gavek dîrokî hat avêtin.Ev xebata ku wê bi navê HEWLDANA PARTÎYEK KURDISTANÎ bê meşandin, destpêka avakirina partîyek nû û Kurdistanî ye.

partiya-kurdistan

Piştî darbeya 12ê Îlona 1980î, rêxistin û partîyên ku Kurd û Kurdistanî difikirîn û di bernameyên xwe de azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê dabûn ber xwe, ji hev tar û mar bûn. Hinek derketin derveyî welêt, hinek hatin girtin û hinekan jî baş xirab xwe li ser lingan hiştin. Heke em PKK û PSK bidin alîyekî, partî û rêxistinên din bi gelemperî ji çap ketin û marjînal bûn. Her çiqasî hinek kadir û endamên rêxistinên kevn bi rêxistin yan partîya xwe ve girêdayî man jî, lê kirin nekirin ne li derve û ne jî li welêt nikarîbûn xwe bidin ser hev û bi hev re partî yan rêxistinek Kurdistanî ava bikin. Evê kêmasîyê hişt ku li bakurê Kurdistanê meydan vala bibe û girseya gel têkeve bin per û baskê partîyên din, partîyên dewletê û xwe bi hinek cemaetên wek Fethûllahçîyan ve girêdin. Ev partî û dezgehên heyî jî asîmîlasyon û entegrasyona Kurdan dan ber xwe û heta ji wan hat Kurd ji xeta netewî, ji daxwazên Kurd û Kurdistanîbûnê dûr xistin.

Piştî avêtina hinek gavên demokratîk û rakirina hinek astengên zagonî, zemîn û derfetên xebata partîyên Kurdî li bakur zêdetir bûn. Helbet di avêtina van gavên dewletê de ked û xebata PKK pir e, ev ne tê înkarkirin û ne jî meriv kare piştguh bike. Bi avêtina van gavên demokratîk û nermkirina hinek xalên zagona Tirkiyê, êdî Kurd karin di çarçoveya xebata legal de bi hêsanî bên cem hev, daxwazên xwe bînin zimên û doza hinek mafên xwe yên rewa bikin. Hikûmeta AKP bi avêtina van gavên piçûk, rê ji kadir û siyasetmedarên ku li derveyî welêt bûn, vekir û mecal ji wan re çêbû ku vegerin welêt û li gor şert û mercên nû xebata xwe bikin, li çareserî û rêyên cuda bigerin. Civîna Amedê yek ji wan rêyan bû. Yek ji wan rêyan bû ku kadirên serbixwe û kadirên rêxistin û partîyên cuda bên cem hev û bi hev re çareserîyekê peyda bikin, di siyaseta xitimandî ya Kurd de rolek nû, rolek Kurdistanî bilîzin.

Wek ku di xalên encamnameya civînê de jî dixuye, vê partîya nû, partîya Kurdistanî, xal û perspektîfên girîng dane pêşîya xwe. Wê ev partî ne li hember PKK yan rêxistinek din, lê ji bo mafê dewletbûna Kurdan derkeve rê û doza mafê çarenûsî ya gelê Kurd bike. Îro halîhazir li bakurê Kurdistanê partîyek lîberal, demokrat û Kurdistanî ku karibe girseya gelê Kurd di nav per û baskên xwe de bihimîne û biparêze tuneye. Xeta PKK kifş e, ya HAK-PAR ê kifş e û ji xwe yên din heta niha tu bawerîyek mezin nedane girseya gelê Kurd. Ji ber vê, avakirina partîyek lîberal, demokrat û Kurdistanî ji Kurdên bakur re pêwistîyek mezin e, ferz e. Partîyek ku her Kurd, her beşê civakê karibe xwe di nav de îfade bike û li ser paraztina heq û hiqûqê kesayetî xebata xwe pêş de bibe.

Helbet di avakirin û pêşdebirina vê partîyê de erk û bar dikeve ser milê her Kurdê welatparêz, her Kurdê ku Kurdistanî difikire û azadîya Kurd û Kurdistanê ji xwe re kiriye û dike armanc.

Bi hêvîya ku ev partî di demek nêz de bê avakirin û partîyek wilo be ku her Kurd karibe di nav de cîh bistîne, karibe xwe tê de îfade bike û siyasetek Kurd û Kurdistanê bide ber xwe.

——————-

Xal û perspektîfên partîya Kurdistanî

—————————

* Ev partî di şertên wekhev, adil, demokratîk û azad de, divê mafê çarenûsiya miletê  Kurd, mafê ku li ser axa xwe bi awayekî azad xwe îdarekirinê, mafê dewletbûnê ya li ser axa Kurdistanê bike armanc û bernameya xwe ya bingehîn..

* Ev partî divê ku xwe bi tu kes, grûp, çîn, dîn an jî mezheban tarîf neke; xwedîyê perspektîfek weha be ku xwe bi tenê nespêre ji vana yekê.

* Divê himbêzkirina beşên civata Kurd û Kurdistanê yên etnîkî, civatî, dînî, mezhebî û çandî yên herî berfireh ji xwe re bike armanc. Partiyek girseyî be.

* Di civata Kurd û Kurdistanê de ji bo hemû etnîsîte, dîn, tebeqeyên civatî û mezheban, divê têkoşîna jîyanek azad, demokratîk, adil, sîvîl, mîrefeh, wekhev û pak bê dan ku desthilatdarîya hiqûqê tê de hebe.

* Divê ev  partî di jiyana xwe ya hundurîn de, azadiyê, demokrasiyê, edaletê û wekheviyê esas bigre.

* Divê armanca wê ew be ku potansîyel û dînamîzma jin û xortan, li ser bingehê kesîtîyek azad û cudayîkirina erênî bi têkoşînê re bike yek.

* Bêyî ku pêwîstîya pêkhatiyek cuda li ser bingehê dijminîya tevgerek Kurd ya siyasî bê îfadekirin, divê ku di çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê de bi projeyên xwe yên fikirî û siyasî hebûna xwe nîşan bide.

* Divê ev partî, li ser bingehê rewabûnê, rê, metod, têkoşîn û rêxistinbûna vekirî, aştîxwaz, sîvîl û demokratîk ji xwe re bike esas…

* Divê ev partî weha be ku li Kurdistanê kî xwe bi kîjan grûp, çîn, etnîsîte, dîn, mezheb, cins, meyildarîya cinsî an jî kategorîya civatî tarîf bike jî divê ew ji bo herkesî bergirîya azadîya fikirî, bawerî, derbirîn û rêxistinîbûnê bike.

* Divê ji bo maf û azadîyên demokratîk yên neteweyî û welatî bi  beşên Kurd û Kurdistanî yên herî berfireh re yekîtî, piştgirî û têkoşîna hevbeş biparêze.

* Divê pêwîstîya yekîtî, piştgirî û tevgera hemû dezgehên neteweyî, siyasî, demokratîk, çandî, dînî, cinsî û aborî yên hemû parçeyên Kurdistanê biparêze û di vî warî de xwedîyê helwestek çalak be.

* Divê  destkeftên dîrokî yên Dewleta Başûrê Kurdistanê ya Federal ji bo çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê pir girîng bibîne; ji bo parastin û pêşvebirina wan ji fedekarîyên pêwîst re amade be. Ji bo her cûre piştgirîyê amade be da ku Rojavayê Kurdistanê ji konjonktura heyî li ser bingehê yekitiyek neteweyî  bikaribe enînivîsa xwe bi xwe tayîn bike. Divê  li Rojhilatê Kurdistanê  mafê çarenûsiya miletê Kurd bê paraztin.

* Ev partî, divê maf û azadiyên bi milyonan Kurdên ku li derveyî axa Bakurê Kurdistanê ,yên li Tirkiyê dijîn, di bernameya xwe de biparêze. Divê bikaribe  ji bo bidestxistina van maf û azadiyan, li gel daxwazên wekhevî, azadî, edalet û demokrasîyê yên beşên civata Tirkîyeyê yên herî berfireh re têkoşînek hevbeş pêş ve bibe.

* Divê ev partî, maf û azadiyên herçî elewî, êzîdî û dîn û mezheb û kêm neteweyên  ku ji ber bawerîyên xwe, ji ber nasnameya xwe, dûçarî neheqî û êrişan mane  biparêze û divê ev  maf û azadiyana  li ser bingehê cudayîya erênî bi qanûnan û bi qanûna bingehîn bê misogerkirin.

* Divê ev partî, di siyaseta navnetewî de siyasetek bi şexsiyet, siyasetek ku dijminên miletê Kurd kêm bike,dostên wê zêde bike bimeşîne.

* Divê li hember pirsên cîhanê yên jîngeh û germbûnê, xwe wek tevgerek jîngehparêz bibîne û di vî warî de wek parçeyekî têkoşîna navneteweyî di nava hewildanek çalak de be.

About The Author