Gelo Kurd hemi dalêsin?

Xalê me Ehmik (Ehmedê Talatî – rehma xwedê lê be rebbî) behsa xwe, xortanîya xwe û jinên Swêdî dikir.

Rojekê em li bajarê Ûpsala bûn mêvanê wî. Virde wêde, dîsa mesele hat ser jinên Swêdî, ser lotik û zîtirkên seksê.

cinsellik-2(2)

Xalê Ehmik dest pê kir:

„Kuro ez xort bûm. Nuh hatibûm Swêd û wê çaxê xerîb – biyanî jî kêm bûn. Ji ber biyanî kêm bûn, jinkokên Swêdî pir ji me xortên biyanî hez dikir. Hema bêje şev nedima go em baznedidan ser yekê. Kêf kêfa me bû, xwedê dabû me lo. Li gund ker bi destê me nediketin, li vir me kêfa li ser kêfê dikir“ û pêde çû…

– Êêêêê xalê Ehmed, êde bêje wî….

„Ez serê we neêşînim, şevekê dîsa min xwe xemiland û min berê xwe da dîskotekê. Ohooooooo, dê weledê xwe davêje. Wele min çend bîra û wîskî bi ser qirika xwe dakirin û hinekî bûm hêlan û leylan. Piştî demekê min xwe bi wan jinikan re li erdê xist, wek wan ker û dehşikên go didin zîtirkan û ji ber kermêşan direvin. Geh li vî alîyê dîskotekê bûm, geh li alîyê din“ û germ bû, dîsa pê de çû…

– Nalooooo, êêêêêêê….

„Axir, dawîya dîsko hat, min bi qepera jinek Swêdî girt û em çûn mala wê“.

– Na lo, îcar kelecanê dest pê kir, êêêê….

„Wele me çend dûble wîskî û votqaya din jî berda ser kezebê, hêdî hêdî me xwe şût û rût kir û me dest bi firkandina hevdu kir“.

– Offfff, yaw xalê Ehmed, tu ewqas xweş û seksî dibêjî, hew nemaye bi min xweş bê allahwekîl…

„Ê de bise wî qeşmer, wele me hinekî hevdu germ û nerm kir û yabo min nema xwe dît“.

– Çi bû xalê Ehmed, zelzele çêbû, çi bû?

„Ma zelzele û hew. Kuro qehpik keça qehpika hema hişk bi qerpika stuyê min girt û serê min xist nav şeqê xwe. Devê min xist nav rûvê quzê xwe û go „yalla, de balêse zû“.

– Alastin, ooofffffffff ev çiye yaboooooooo! Êêêêêê…

„Wele avika wê dêlikê devê min tije kir. Bêhna rûvê wê ez yekcar serxweş kirim. Hew nemabû ez di nav şeqê wê de bifetisim“.

– Wax wax wax, kuro xwedê tu stirandiye xalê Ehmed..Êêêêêê..

„Her min li ber xwe da û got „keçê min di te û dêya te kirê, ez Kurd im, ez quzan nalêsim“ jî, lê hişk bi qerpika stuyê min girtibû û digot „De balêse, qeşmer. Ma xune ez Kurdan nas nakim, Kurd hemi dalêsin, balêse deeeeeee“ û devê min ji nav rûvê xwe dernedixist.“

– Wele xalê Ehmed qurbanek li te dikeve..

„Qurbanek û hew. Min di qulê kirê wextî ez bifetisandima kuro“

Û dawî li serpêhatîya xwe anî.

Îcar me li ser çi derxist, mesela alastinê.

Birastî lo, gelo Kurd jî dalêsin?

Em bêjin nav şeqê jinan balêsin de xem nake, lê çima didin dû van dolheramên Tirk û qûna wan dalêsin ka hûn nabêjin?

Ê law bi serê we ketiye qûnalastina bratî û enternasyonalîzma bi Tirkan re hi!

Stockholm

lecken

About The Author