Ez bi serê reş kim

Dibêjin, carna gotinên dînan rast derdikevin û lotik û motikên wan ji bo qûna dîk û mirîşkan gelekî baş û lihevtên. Erê, gelek kesan digotin: Qezafî dîn e! Law ma ku dîn ba, çilo serê keçel, di bin wî porê xelekî de, ewqas sal vedişart? Çilo ew lotik li qûna wan reşiken Efrîqayê didan?

Du tiştên Qezafî yên balkêş tên bîra min: yek jê, piştî rûxandina serokê dîktatoran û qerasê tirsonekan, Sedamê kurê Hûseyn, Qezafî di civînek welatên qûnreşan ku li Şamê pêkhatibû got: Hûn natirsin ku piştî Sedam dor yeko yeko bê ser we jî? Tirro xwe ji meselê dikşand û xwe nedixist wê rêzê, lê berî herkesî reşikên Lîbyayê pişta wî danîn ser pêşya turumpêlê, lingên wî hildan jor û lotikên bê-îman li qûna wî xistin û ew beecandin! Xwedê neyne serê tukesî rebbî! Ya diduwan jî ew bû, dema ku Emrîka ket ser dil û kezeba Sedam û wek rovî ew ji wê qulê kişand, herkesî li Îraqê dixwest ku hestîk bi destê wî keve, lotikekê li xwe xe û di mêrgê de cirîdekê berde. Wê demê jî Qezafîyê dîn got: Ez ditirsim ku Kurd vê carê jî ji mûlidê bê nok derkevin!

newsdeli KopieMesela Kurd û nokan dûdirêje û tim û tim ji mûlidê bê nok mane, lê vê carê yek ditirse ku bê nîsk, genim û ceh jî derkevin, liberxwe nakevin wey! Yên dibin serok û rêber ku bêrîkên wan mişt bin û cê xirrê wan germ be, êdî Kurdistan çêbû, çênebû ji vî û wî ve!

Dibêjin carekê rojnamevan çûn ba Sultanê Omanê, (Sultan Qabûs) û hevpeyvînek pêre çêkirin, pirsa dawî ku jê kirin: Cenabê Sultan! Hîwayeta te di jiyanê de çiye? Sultan efendî li wan vedigerîne: Hîwaytî? Hîwaytî, elgenîs û nîç ennîsa. Yanî (hîwayeta wî nêçîr û niyandina jinan e), ê law ma jê xweştir heye qey? Sultanên me jî ji sultanên qûnreşan hîn bûne, mane ji berê de gotine: Keran li cem keran girênedin ji hevdu fêrî tirr û fisan dibin! Lewra jî bi dirêjahiya dîrokê de, çil melyon Kurd heta niha bê dewlet, stuxwar, bê maf dijîn!

Kurdên ku li ser sinorkî lihev nakin, Sînorê Sêmalka û Çarmalka bûye mijara rojevê, bûye benîşt û ketiye devê dînan! Sibeha PDK digre, êvara PYD digre, yek digre û yek vedike, yek vedike û yek digre, hema bûye lîztika zarokan ellahwakîl! Na, na, bûne Çirto û Virto, yek digre û yek berdide û tirr û fis di vî miletê hejar de nehiştine gidyano!

Dibêjin, xwedêgiravî PDK ji PYD hez nake û dixwaze ku ewqas lotik û zîtirkan nede, yan na, wê Sêmalka bibe xeta sooor! Kuro Obama jî gelek caran qala xeta sor dikir lê ew xetên sor li dora xwe kirin xêzkên fila û di nav de asê ma haa! Law ma vî wextî, kî ji kê hez dike?

Ez bi serê Reş kim, na lo bibûre, bi Serê Bilind kim, bi Qela Çolan kim û bi heps û zindana Îmraliyê kim, ne Berzanî me, ne Talabanî me û ne jî Apoçî me, tenê Kurd im, Kurd! Lê heta ku em ji take kesan re biçin sicûdê, geh wan bikin Mûhemmed yan jî Xwedê, wan bikin serokên ser-erd û bin-erdê, wê buxçikên me li ser milan bin û li ser sînoran bê av û nan bin!

 

Kurdistan

About The Author