Dora xwe danîbû ser tenûrê, lê nebû qismet

Belê, xalê we Osman Ocalan hevpeyvînek bi rojnama Awêne re kiriye û bayek ji ber serê xwe berdaye, gilî û gazindên xwe kiriye û pora boyaxkirî hilçinîye.

Osmanê me di derbarê sefera Barzanî û Perwerottî de axivîye û berê xwe daye çûna Amedê û Tirkîyê.

Osman Ocalan bi serê herdu kurên xwe sûnd xwariye û gotiye: „Binerin oxlim, haya A.Ocalan ji çûna Barzanî ya Amedê hebû. Piştî lihevkirin, şêwr û mişêwran ev serdan pêk hatiye.  Heke Ocalan li dijî serdana Barzanî derketa, wê PKK dest bi lotik û zîtirkan bikira û serdana Barzanî protesto û şermezar bikira. Lê ji xeynî hinek tajî û doltajîyan, PKK li dijî serdana Barzanî derneket û normal dît“ filan û fîstan.

osmanoko KopieOsmanê me piştre çend dilop hêstir barandine ser wan hinarkên germik û nermik û gotiye: “ Serdana Barzanî ya Amedê ji bo destekkirina pêvajoya aştî û çareserîyê bû. Min jî dixwest bi birêz Barzanî re biçim Amedê û bayekî ji ber serê xwe berdim. Min jî dixwest di pêvajoya çareserîyê de rola xwe bilîzta. Divê di delegasyona Barzanî de kesekî mîna min hebûya. Hem ez brayê başqan Ocalan im, hem jî min demek dirêj di nava PKK de tekoşîn daye. Dixwazim di pêvajoya aştî û çareserîyê de rola xwe bilîzim û çend lotikan bavêjim. Min berî du salan got ez dixwazim vegerim welatê xwe û bibim şaredarê bajarê Ruhayê. Hîna jî dixwazim vegerim“ û lempa kesk ji AKP û Erdogan re pêxist.

Ez serê we neêşînim, ev du salin Osmanê me dixwaze vegere welatê xwe, ser axa bav û kalên xwe û ji wê malmîrata xerîbîyê azad bibe. Lê xuyaye kesek hesabê Osmanê me bi pîvazekê nake û tew kes guh nade gilî û gazindên wî jî. Ne bratîya wî û başqan Ocalan fêde dike û ne jî porê reş û simbêlê qeytanî.

Werhasilî kelam, xwedê kerîm û rehîm e xalê Osman. Bêhna xwe fireh bike û rondikan nebarîne. Roj û salên xwedê pir in. Îsal nebû salek din, salek din nebû saltirek din. Saltirek din nebû 4-5 salên din. Bi xêr û selamet kengî li Tirkîyê hilbijartinek din nêzîk bû û kontenjana delegasyona kek Mesûd vala bû, wê dora tenûrê bê cenabê te jî înşalah..

 

Cemîl  Cewher /  Hewlêr

 

About The Author