EZ EVQAS ZANIM

Hatina serokê netewî birêz Mesûd Barzanî ji gelekan re bû derd. Îcar çito derd, bûye derdê bê derman. Radibin rûdinên dibên “ Çima hat ? “ Tu dibê qey nişadir di qûna wan dane, li vî alî li wî alî dizîvirin û derewan dikin. Buxtanên bêbinî dikin, hêka Kemalîstan germ dikin. Meriv ewqas jî bê rûmet nabe, hûn çima ewqas bûne neyarê nirxên Kurdî û Kurdistanî ?

namaz-dua-kadin KopiePîrê bi tenê diayê “ Elhemd “ zanîbû, nimêja xwe bi wî diayî tenê dikir û paşê jî digot “ Xwedêyo, wele ez ewqas zanim êdî tu qebul dikî bike nakî jî tu zanî.

Ev jî wek mesela we ye, hûn ji xeynî dijberîya Barzanî tiştek nizanin. Netirsin, ji Barzanî ziyan nagihê we, heke rojek serê we bikeve tengasîyê, yê ku dîsa bê hawara we Barzanî ye.

Ez jî evqas zanim “ Heçê di cenabê Barzanî de ziyanê dide doza Kurdistanê, xwedê wan tu car serfiraz neke.” Amînnnnn !

About The Author