Wey li ser xêrê be rebbî!

Belê, heta niha me digot qey xaltîka me Gulten Kişanak Kurd e, Kurda Zaza ye. Lê xuyaye wek gellek çîrok û çîvanokan em Kurd dîsa paşûpê li kerê siwar kirine û morîka xewê xistine guhên me.

kisanakDerket holê ku xaltîka me Gulten Kişanak ne Kurd e lê Turkmen e. Ji malbatek Alewî-Turkmen e û mêrê wê Kurdekî Zaza ye.

Helbet tu gotinek me ji nîjad yan ji qewmê wê re tune. Tu gotinek me ji kesayetîya wê re tune, haşa. Lê Turkmenek û serokatîya Kurdên xwelîliser bike, aha ew ne xweş e. Tirkek serokatîya Kurdên xwelîliser bike, aha ew sosret û kezebreşî ye.

Birastî lo, hejmara Tirkên ku serokatîya me Kurdan dikin çend in hûn zanin gelo?

Wey li ser xêrê be rebbî!

Xwedê Tirk û Turkmenan ji serê Kurdên xwelîliser kêm neke rebbî!

Amîn!

Amed

 

About The Author