Berî niha bi çend rojan hat gotin ku „Peymana petrol û gazê“ nehatiye îmzakirin. Çima ku Serokwezîrê Erebên Iraqê Nûrî El Malikxerab li dij derketibû û rayedarên Amerîkayê jî piştgirî dabûn wî, digotin ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Erdogan peyman îmza nekirine. Lê Ajansa Reuters eşkere kir ku peyman hatiye îmzakirin.
Li ser bextê fitne û fesadên Ajansa Reuters be, dibêjin Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Erdogan Çarşema buhurî peymana neft û gazê îmza kirine û hesabê Nûrî Malikî bi kîrê xwe jî nekirine. Ne tenê peymana neft û gazê, heyeta Kurdistanê herweha gellek peymanên din jî bi Tirkîyê re îmza kirine û çewalek ji çewalên Amerîkayê xerabtir xistine serê Nûrî El Malxerab.
Werhasilî kelam, êdî wê Kurdekan karibin bi hêsanî petrola xwe di wan borîyên qalind re têxin kuna Tirkîyê û bifroşin bazara dinyayê.
Lê borîyên petrolê jî borî ne haaaaaa, heta hûn bêjin bes qalind û stûr in. Ew borî têkevin kê êdî hew karin dev ji xiyarê Kurdan berdin ellahwekîl…
Hewlêr
More Stories
Aha îcar Cewlikîyan kêf kir
Xalê me Zekerîya tir ji Kemalîstan berda
5ê Mijdarê yan dîk dibe serok, yan mirîşk