HPK li Batmanê lotikek qerase avêt

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Batmanê be, dibêjin çawîş û başçawîşên Hewldana Partîyek Kurdistanî civînek qerase li Batmanê li dar xistine û dane lotikan. Di civîna wan de 30-40 qeraseyê zilaman beşdar bûne û tev jî doktor, mihendiz, mîmar, mamoste, sendîqevan, asîstan û şagirtên zanîngehê bûne. Dibêjin ji xeynî çend porsipî û yextîyarên kurmî, piranîya wan xiyar û tirozîyên ciwan û taze bûne û  kêfxweşîya xwe ji tevgera HPK re anîne.

batman

Werhasil, dîsa li ser bextê mazotfiroşên bajarê Batmanê be, dibêjin civînê 3 seetan dom kiriye û nîqaşa beşdaran germ û nerm bûye, nîqaşa wan wek xirrê Sofî Ehmed geh bilind bûye û geh jî sist bûye. Lê di her halûkarê de, civîna HPK bê xwînrijandin û bê kujtin bi selametî derbas bûye. Li gor ajan û sîxurên sererd û binerd dibêjin, dibêjin hinek kevne PKKî jî beşdarî civînê bûne û xwestine bi HPK re dest bi lotik û zîtirkên Kurdewarî bikin. Li gor gotinên gotinbêjan, hinek alîgirên PKK û BDP ji ber helwest û siyaseta Tirkayetî û Tirkîyetîyê ji partîya xwe hatine heta bi qirikê û tew ji xwe avakirina HDP (Halklari Devşîrme Partîsî) bûye zêdebûna ser kezebê.

Ne li ser bextê me be babam, li ser bextê fitne û fesadên bajarê Batmanê û eşîreta Hebizbinîyan be.

Ez serê we neêşînim, HPK vê heyamê bûye wek pizotê êgir û bi gund û bajaran ketiye. Hema bêhna Kurdayetî û Kurdistanîbûnê ji kê bê, hew we dît ew dan ber xwe û bi nikilên Kurdayetîyê bi nav serê wî/wê ketin.

Axir û werhasilî kelam, hema çi kes, çi rêxistin yan partî ji bo Kurd û Kurdistanîbûnê kar û xebatê bike, yezdanê pak li bihuşta rengîn 77 horî û nûrîyên germik û nermik bike nesîb û qismetê wan û hûn sax…

Batman

About The Author