Yê jêhatî dinya jê re lihevhatî

Di demekê de bû, ku Partiya Komûnîst ya Îraqê, pêwendiyên xwe li gel Partiya Baas ya desthilatdar çêkiribûn û yanî qaşo bûbûn destbirak! Lê ji destbiratiya quling û rovî xerabtir bû haa! Îca dibêjin van kumsor û derpîsorên gû-û-mîst, yanî komûnîst loo, xwestin bîroyên xwe li paytexta Harûn Al Raşîd, na na, wê demê paytexta Sedam kurê kerê, na lo eybe! kurê Hûseyn bû, mebesta min Bexda ye haaa!

nizanimDibêjin, çend Kurdoşk û Ereboşkên ku navê Lênîn û Markis li xwe kiribûn, xaniyekî li wir kirê dikin û dixwazin bikin bîroya partiya xwe. Wê demê jî, şer di navbera Barzanîyê nemir û Sedam de gelekî xurt bû. Îca van kureboşkan qutiyên boyax û firçê xistin destên xwe û berê xwe dane devê deriyê bîroya pîrooz! Efendîk ji wan hildikşe ser nêrdewanê û li ser devê derî dinivîsîne: Bîroya Partiya Komûnîsta Îraqê. Dema di binya xwe re dimeyzêne, dibîne ku çend mûxaberatên Sedam di binya wî re lê dimeyzênin, gûmûnîst efendî ji tirsa ziravê wî diqete, nema dizane wê çilo xwe ji wan bêbav û tirkewînên mûxaberatan rizgar bike. Hema radibe nivîsandina xwe xerab dike û dûbare wilo rast dike: Mekteb al hizb al şiyohî al îraqî, lî sahîbîhî hizb al baas al erebî al îştîrakî! Ku bi vê wateyê tê: Bîroya Partiya Komûnîsta Îraqê, di bin siya Partiya Baasa Erebî Îştîrakî de!

De welleh, we billeh, we tilleh û bi sêsed û sî telaqê bê veger, guhên me kerkirine wey! Sibê û nîro û êvarê, wê di van radyo û televîzyonan de, li ser rûpelên intirrnêt û mintirrnêtan de, di fiss û tirrbûkan de, bêjin û binivîsin: PYD welat li Sûriyê ava kiriye, PYD Kurdistana serbixwe îlan kiriye, YPG tirr ji Ereboşkên bê dîn û îman berdaye, nizanim, Kurdistana ku roj lê naçe ava, YPG ew ji terorîstan paaaqij kiriye! Yanî ku rûn lê birjênî, dikarî carek din kom bikî û bixî qetirmîz û hîzan loo! Lê yabo, nahêlin ku insan bi van xeberên xweş şabibe wey! De bera em jî carekê di van xewnan de hinekî dilxweş bibin, ma dinya kavil nabe haa! Te nerî yekî ji vir, yekî ji wir, dilê insan teng kir û temam tersê wan mizgîniyan got: Peywendî di navbera PYD û rêjîmê de hene, doh Wezîrê Berevaniya Sûrî çûye Qamişlokê, îro Parêzgarê Hesekê gihişt Qamişlo, Wezîrê Şebîhok û Pîr-ebokan bi berpirsên PYD re rûniştine!  Nizanim, dibe sibe Beşarko jî biçe Amûda Bavê Mihemed! Ma ji xwe, Dilbixwînek heye, ma nûçeyên Rûdawê kirine nav çiravê, ma îş tîne serê van xeberan! Welleh, wek tu mû, ji nav mast bikşênî loo! Ma wilo bi kêf û coş dibêje ku insan dixwaze tiliyên xwe pêre balêse, malnevirityo, tê bê nûçeyên xwe di nav dims û hingivê Mûşê de distirê, ewqas bi temaşevanan xweş û şêrîn dike yaho!

Ê de bira, bera PYD jî wek Partiya Komûnîsta Îraqê li ser bîroyên xwe binivîsîne: Lî sahîbîhî Beşarko, ma ji xelkê re adete, ji me re qebhete? Îca dûvre kê kir kê, îşê we, ne ji wan e. PYD kir Beşarko, Beşarko kir PYD, YPG kir vî û wî, wey rebbî ji hev dernexin!

Yê jêhatî dinya jê re lihevhatî!

Kurdistan

About The Author