Jinik, çenteyê piçûk û çenteyê mezin

selami çikçiJinek ciwan di dadgehê de giliyê mirovekî dike.

Hakim jê dipirse: De ka bêje, giliyê te çi ye ?

Jinik: Hakim efendî ez vî merivî gilî dikim. Lewra li ber otobosê dest avêt qirika min û dikira ez bifetisandama û bikuştama.

Hakim vedigere ser mirov û jê dipirse: Te çima xwest ev jinik bifetisanda û bikuşta haa, de ka bibêje sebebê wê çi bû ?

Mêrik radibe pê û dest pê dike dibêje: Hakim efendî, weleh rast e, min dikira ew bifetisanda û bikuşta, lê xelkê dora me ew ji destê min xelas kirin, an na minê ew bikuşta.

Hakim şaş dibe, metilmayî dimîne û dîsa dibêje: Ê de ka bibêje ji bo çi?

hakim kujtin KopieMêrik dest pê dike: Hakim efendî, seet pêncê êvarê bû, ez ji kar derketim û seet di pênc û nîvan de jî mêvanên min wê bihatana malê. Ji ber wê yekê diviya ku ez hinekî zûtir biçûma malê. Û min lez kir ez hatim ber rawestgeha otobosan em ketin rêza bilêtkirînê. Wê gavê ev jinik jî li pêşiya min bû. Dor hat wê, çû ber gîşê (ciyê bilêt firotinê ) ez jî li dû wê me, lê ez gelekî lez dikim ku ez zû bilêtê bikirim û bigihîjim malê, ji ber ku mêvanê min li hêvîya min bûn. Vê jinikê destê xwe avêt çentê xwe yê mezin. Devê çentê mezin vekir, çentekî piçûk jê derxist û devê çentê mezin girt, devê çentê piçuk vekir, ji çentê piçûk pere derxist dîsa devê çentê piçûk girt û devê çentê mezin vekir. Çente piçûk xist hundurê çentê mezin û devê çentê mezin girt û di pê re pere da bilêtfiroş, bilêtfiroş bilêtek dayê. Vê jinikê dîsa dest pê kir, devê çentê mezin vekir, çentê piçûk jê derxist, çentê piçûk vekir, bilêt xist hundurê çente. Devê çentê piçûk girt, dîsa devê çentê mezin vekir, çentê piçûk xist hundirê çentê mezin û devê çentê mezin jî girt. İcar bilêtfiroş perê mayî dayê, vê jinikê dîsa dest pê kir, devê çentê mezin vekir, çentê piçûk ji hundirê çentê mezin derxist, devê çentê mezin girt, devê çentê piçûk vekir, perê ji ber mayî ku bilêtfiroş dabûyê xist hundirê çentê piçûk û devê çentê piçûk girt û dîsa devê çentê mezin vekir, çentê piçûk xist hundirê çentê mezin û devê çentê mezin jî girt.

Hakim hema radibe pê û dibêje: Te çima nekuşt, te çima nekuşt ?

About The Author