Sor bavê min sor

Li gor lêkolînek sererd û binerd, kiras, derpî û binderpîkên sor di jiyana zayendî û seksî de rolek pir mezin dilîzin.

Cilfiroş û qerpalfiroşên Lotikxanê derxistin holê ku ji berê de Kurd ji rengê sor hez dikin. Kurd dibêjin „Bela sor be û bela çend qirûşên wê zêde bin“ filan û fîstan. Xuyaye ev helwesta Kurdan û hezkirina rengê sor, bala Ewrûpîyan kişandiye û rabûne lêkolînek hûr û kûr li ser rengê sor çêkirine.

Bikini-TwoSnakes-rot2Di encama lêkolînê de derketiye holê ku rengê sor zilaman dîn û har dike û wan dike wek wan conegayên (ciwangeyên) Spanyolî. Çawa ku ciwangeyên Spanyolî gava çav li paçê sor dikevin dîn û har dibin, Kurd jî bi rengê sor dîn û har dibin, şehweta wan zêdetir dibe û çend qirûşên zêde bi rengê sor didin.

Îcar ji me gotin û li we kirin.

Ka lotikên rengê sor biceribînin û encama wê bi çavê serê xwe bibînin…

 

Bikini-TwoSnakes-rot

Bikini-TwoSnakes-rot5

Bikini-TwoSnakes-rot6

Bull_attacks_matador-600x300

About The Author