Bişînin, neşînin, wê ev kurtan li ser pişta min bimîne!

Ser xêrê be rebbî! Wa Kurdistan jî petrolê di riya boriyê re difroşe alemê. De bera petrola me jî tev li petrola xelkê bibe û çi dibe bera bibe. Perên wê petrolê dikeve bêrîka kê, dikeve qasa kê, dikeve qûna kê, ji vî ve! Tu îşê min jê xerab nabe. Dinya wilo hatiye û wê wilo biçe, hin dikin û hin dixwin, hinek feqîr in û hinek dewlemend û wezîr in. Xwedê wilo li ser xelkê par kiriye, ma qey sûcê min e wîîî!

Carekê Cegerxwîn li gundekî dibe mêvan. Mazûbanê wî jî radibe dîkekî qerase serjêdike û jê re dike firavîn. Dema xwarin hazir dibe û dora mesefê zilam lê dibin kom, xwedîyê malê ji Cegerxwîn re dibêje: Seyda, ji kerema xwe re goşt li cemaetê parvebike!

petrol-boru KopieCegerxwîn dibêje: Ez wek xwe, yan wek Xwedê parvebikim?

Mazûban: Ma na, wek Xwedê parvebike!

Cegerxwîn jî radibe, hestîkî dide yekî, yê din tişkî nadê, yekî din, kîjan gepa xweş datîne ber, werhasil kir kafirkerafî!

Yekî ji wan xwe negirt û jêre got: Heyra, ev çi parvekirine? Ma tu henekê xwe bi me dikî seydayê min? Cegerxwîn dikene û dibêjê: Na heyran, eger min wek xwe parvekiriba, minê wekhev goşt li ber we belav kiriba, lê we got wek Xwedê bike, ê bavo, xwedê wilo pardike, hin kirine feqîr, hin kirine zengîn, bi ser hinan de rijandiye û li gelekan jî qelibandiye, ne we wilo xwest ez qurbana çavên we bim haa!

Petrola Kurdistanê jî, xêra wê bi ser kê de dirije, li kê radibe, li kê sist dibe, ji vî ve! Lê tenê ya min êşand û ser mada min tirşo-mirşo kir, dema min bihîst petrola ku di wê boriya wek rovîtirtirkê re diçe Tirkyê, bi nîvê qîmet (nirx) difroşin Tirkîyê. Ê law oooxlim, ma ev petrol milkê bav û kalên we ye! Bi xwêdana enîya we hatiye ku hûn bi nîvê qîmet difroşin van şek û pecan! Ma çima qey we ji ber petrola xwe daye keramberan laaw? Ma pîvaz in wê di bin erdê de genî bibin, yan xurme ne wê ji darê bêne xwarê, tacirnoooo! Ma law, tîcareta we, çima wek tîcareta Simayîlê dîn e?

Simayîlê dîn (ma kes heye ku wî nasnake) carekê li Amûdê şekir difrot. Îca pênc şekir bi firingekî dikirîn û şes didan bi firingekî, xelkê jê re got: Simayîl, ma tu dizanî ku tu wilo dixesirî?

Simayîl: Ne xeme ez bixesirim, ya girîng ew e ku xelk bêjinwa Simayîl jî tîcaretê dike loo!”

Ez bi qesema navê wî Xwedayî kim, ku hestî kirine para feqîran û goşt jî kiriye para ziktilêran, kakacanên me ji Simayîlê dîn jî xerabtir kirine. Û xelk jî wek ji dîno re digotin ku tîcaretê dike, wa ji Başûrîyekan re, ji vî alî û wî alî dibêjin “Kurd jî êdî petrola xwe difroşin bavooooo! Borîya petrola Kurdan jî çêbûye heyraannnnn!

Lê wek ku ji hemmalekî ji sûka Hewlêrê pirsîn: Tu li ser şandina petrola Kurdistanê çi dibêjî?

Yê hemmal got: Ma bişînin, neşînin, her wê ev kurtan li ser pişta min bimîne!

Kurdistan

 

About The Author