Ha quto, bajo quto bajooooooo!

Belê, li ser bextê gendel û bertîlxurên bajarê Stenbolê be, dibêjin Wezîrê Navxweyî Muammer Guler ê Mêrdînî zêdeyî 20 milyon dolar bertîl xwariye. Û tew di mala kurê wî de milyon dolar hatine girtin.

muammerWey li ser xêrê be rebbî!

Şikir ji xwedê re!

Ê law ma hema wê Laz û Qaz û Çerkez bertîlê bixwin babam?

Ma hema bela Mêrdînî tim û tim himmalê xelkê bin û bertîlê nexwin?

Yan Mêrdînî ji Eyşika Ereb in?

Heke rast be, aferîn ji te re quto!

Aferîn ji te re Muammer Guler!

Law belkî rojekê peşkên te li hinek feqîrên Mêrdînê jî keve baba, li şûna ku Laz û Qaz û Çerkez Dolar û Euroyan bixwin, bela yekî Mêrdînî be çêtire wî, waweylê!

Werhasilî kelam, qutoyê me dest bi wezîrtîyê kir lê xweş dest pê kir ellahwekîl.

Gerçî 20 milyon dolar ne perakî mezine jî, lê îdare dike canim, ji tunebûne çêtire….

Mêrdîn

About The Author