Hop şer e, şer e û şer e, dîsa li meydanê şer e

Belê kezebno, çete û meteyên sererd û binerd ketine pêsîra hev û hevdu dane û didin ber lotik û zîtirkan. Serê rebenê Kasimpaşalî Receb ji bela û teşqeleyan xelas nabe. MHP, CHP û BDP ne bes bûn, Ewrûpa, Amerîka, Rûsya û Îsral ne bes bûn, Îraq, Îran û Sûrî ne bes bûn, îcar serê wî bi Cemeeta Fethûllah Gulen re ketiye belayê û şev lê herimandine.

Wey weleeedddddd û wey weled!

bakanPiştî nîqaşên li ser girtina dersxaneyên Cemeeta Gulen efendî, pevçûn û şerê di navbera Kasimpaşalî Receb û Gulen efendî de xurt û geştir bû. Êêêêêêêê, ma Kasimpaşalî can e Gulen bacan e? Na. Ma serê du beranan di beroşekê de dikele babam? Na. Yek sererd e û yê din jî binerd e. Û her du alî jî dixwazin bibin mîr û hakimê Tirkîyê. Îcar wê xwedê bide kê, incex û incex melkemot zanibe.

Axir, berî hilbijartinan bi çend mehan lotikek qerase li cîgerim Erdogan xistin. Sê wezîrên wî yên qerase bi gendelî û bertîlxwarinê tên sûcdarkirin. Kurên hersê wezîran bi milyon dolaran pare hatin girtin, belgeyên gendelî û bertîlxwarinê hatin weşandin û bêhnek gennî bi ser Tirkîyê û hikûmeta Erdogan ket. Rebeno bi wê bêhna gennî gêj û sewsî bûye û wek mirîşka gêj lê hatiye. Ji alîyekî ew li Cemeeta Gulen gef û fortan dike, ji alîyê din Gulen efendî dibê „Meriv heddê xwe zanibe başe“ û wî dide ber lotikan. Xwedê neyne serê kesî rebbî!

Axir, wê hîna poxê gellekan derkeve holê. Heçê bertîl xwar û bêrîka xwe tije kir xwedê dayê. Û heçê bertîl nexwar û wek min rebenê xwedê ma himmal û karkir, bi xirrê girt û hûn sax…

Stenbol

About The Author