PDKT jî li me zêde bû, kilîlîlîlîlîlîlî!

Belê, Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkîyê, yan jî bi navê Tirkî – TKDP- ji nû ve şîn hat. TKDP a ku di 1965an de hatibû avakirin û herdu serokên wê (Faîk Bûcak û Saîd Elçî) hatibûn şehîdkirin, îro dîsa li bajarê Amedê zîl da û pişkivî.

PDKT

Piştî dem û xebatek dirêj, Tevgera Bizava Kurdistanê xwe kir partî û navê xwe jî kir TPDK (Tirkîye Partîya Demokrat a Kurdistan). Berdevkê partîyê xalê me Mehmet Emîn Kardaş di civînê de armanc û daxwazên partîyê anî zimên û got ku  „di demek nêz de emê bi fermî serî li Wezareta Navxweyî bidin“.

Dibêjin xweş xebere lê me ne bawere. Tirkoler zû bi zû destûr nadin ku bi navê Kurdistana Tirkîyê partîyek bê avakirin. Lê dîsa jî meriv nizane. Çunkî Kasimpaşalî Receb qûş li gellek tiştan qetand û hinek rê ji Kurdan re vekir.

Axir, PDKT li gelê me pîroz û bimbarek be..

Lê tiştê balkêş çiye hûn zanin?

PDKT partîya Faîk Bûcak û Saîd Elçî ye. Û di civîna TPDK de wêneyê herdu serokan jî naxuye, tuneye.

Heke ev ne sosret be, ne heqaretek li Faîk Bûcak û Saîd Elçî be, naxwe çiye babam?

Amed

About The Author