Ez pêxwasim efendim

xursit mirzengi KopieLeşker û polîsan şeva bîset û diduyê Eylûla Kenan Evren, li Taxa Eynzel, di saet sisiyên şevê de avêtin ser mala min. Ew şev mêvanekî min ji Stenbolê hatibû. Mal serobino kirin. Avîzeyekî me ya ferfûrî (qirîstal) şûşe û fincanên ferfûrî giş şikandin. Mal serobino, kirin xana Dîlawer. Zarûk tirsandin. Li pêş zarûkan şemaq weşandin min û mêvan. Sixêfên nebaş li pêşberê xanimê û zarûkan ji min û mêvan re gotin. Tûr û çiwalên dagirtî ji qût û zexîre vala kirin, tevî dirûvên bav û bapîran, yên min ê zarûkîtiyê, malbat û zarûkên min, pênc çiwal pirtûkên edebî û çi kaxiz û defter hebûn dagirtin, li min û mêvanê min kirin û em daxistin xwarê. Sê çiwal jî wan hilgirtin. Li xwarê em kelemçe kirin, çavên me girêdan û em avêtin nava erebeyan. Qey cî di jêrzemînên qereqolan de nemabû, em li pêş qereqolan gerandin. Paşiya paşîn em birin xistin daşirê Qereqola Derê Mêrdînê. Du roj paşê jî em birin Qereqola Çarşiyê. Hefteyekê paşê jî em birin ciyê îşkenceyê, Qurdoxlû. Piştî îşkenceya huvdeh rojî, ciyekî sax di me de nehîştin, em birin Tabûra Îsthkamê Qawîşa Diduyan nava girtiyan.

Çend rojên me li wir qediyan, birînên me hinekî sehal bûn, qefleyekî xortên naşî û çend zarûk jî di nav de anîn. Dû re girtiyan navê wî qefleyî danîn ´Otobos Gurubî.´ Ji çepanên tirk, Dev-Sol, belavokên pûl birine di şibaka jorîn, li diyarê otobosa şaredariyê, yek ji yên ku Şaredarê Parîsê ji Şaredariya Diyarbekir re şandibûn danîne û ji otobosê peya bûne. Otobos ji Derê Çiya bi rê ketiye. Bi rêketina otobosê re, bayê li belavokên pûl daye û ba kirine. Li kolana pêş Wîlayetê, polîsan dor ji otobosê girtine. Yên pîr û kal berdane, xortên naşî û zarûkên dozdeh sêzdeh salî girtine. Loma girtiyan navên wan danîn ´Otobos Gurubî.´

Di nava vê qefleyî de, yên ku tên bîra min, dîzê kevin, Makînîstê Sînemaya Dîlanê Nazo, ji pêxwasên diyarbekrî Mehemed Boynukara û yekî diran kerikî ku wî qefleyê navê wî danîbûn Çîta. Bilî ji van, ji gundê Farê, birayê Dr. Mehemed Deniz ê sêzdeh salî Mehmûd jî di nava Otobos Gurubî de anîbûn. Çîta bi serê xwe qerekterekî bû ku dibe babeta çîrokekê.

Ew roja ez behs dikim, di qawîşa me de sed û not û sê kesên girtî hebûn. Renzayên di qawîşê de ciyê sed merivî bûn. Em bi dorê radiketin. Şev û roja me li navhevketibû.

Ji ber ku av zêde bernedidan, yên ji îşkencexaneyê dihatin, bibexşînin, fena kûçikê ji bin seyên gurxenûk bifilite bi cilên genî, birîndar, di nava gevzika binê îşkencexaneyê, nava deryaya xwînê de û bi wê gemariyê dihatin qowîşê. Livîn jî betaniyên eskerî û doşekên kevnik û pir gemarî. Mînderê tajiya apê Mema, li ber livînên me dibû çiftexas. Ji wê gendeliyê, kêç û spî fena tertûr, kuliyên birên wan digîjin hev û ji efrîkayê tên. Li ku deynin dikin beyarê, rûy û tazî. Spiyên qawîşa me jî wisa. Cil û cendekê me, por û binê çengên me bûbûn hêlînên spiyan. Spiyan di me û livînên me de lîs çêkiribûn. Doxtorekî li wir bû, digot: ´Spiyekî gava rişkan (hikên spiyê) dike, her carê zêdeyê hezar û pêncsed rişkî dike…´ Qawîşa me bûbû koxê nûtikan, tewleyê spiyan. Yê kêçan ez behs nakim. Me dikuşt nedikuşt, nediqediyan. Fena bizina gero, me şev û roj xwe dixurand. Em fena meymûnan li hafa hev rûdinişt û me spiyên hev dikuştin. Kes tunebû bi halê me bikene, em fena dînan bi rewşa xwe dikeniyan.

Cığareyên bixwediyan hebûn, yên bêxwediyan tunebûn. Ev bi xwe gelş bû. Edalet tê tunebû. Yên bêxwedî heftê qat zêde bûn. Yek nebû, didu nebûn, tu yê bidî kê nedê kî? Tu bidî awayekî, nedî awayekî din bû. Loma cığare bûbû rant. Tiştê di qawîşê de pê qezenc dibû, yak nêçîrvaniya kêç û spiyan, ya din huner bû. Nêçîrvaniya spiyan de huner tunebû. Fena êrxat û rêncberên gundî. Tenê divê derziyekî wî heba û di nava cilan, livînan, betanî û por de bigeriya û wan spiyên ku her yek qasê kercikekî hebûn, fena tu cîgerê di şîşê de bikî, ew nêçîrvan jî digeriyan, spî bi derziyê ve dikirin xingal, bi jimar – kêmê bîstan nedibû – nîşanê xwediyê cığareyê didan û cığare kar dikir. Hunermend jî li ser renzaya xwediyê cixarê di civata wî de rûdinişt, çîroka xwe digot. Heke çîroka wî qebûl bidîta,

cığare qezenc dikir, na na keda wî belaş diçû. Yê bêhunerê ke cığareya wan tunebû, bûbûn nêçîrvanê spiyan. Fena dîkê li ser sergo lı kurmıkan bigere, ew jî li spiyan digeriyan. Ku xwediyê cixarê destûr bidaya, nêçîra spiyan zehmet nebû. Di çend qasikan de, di nava çarşeb û betaniya eskerî de bîst spî di şîşê re dikir, dianî dijmat û cixara xwe ji xwediyê renzayê digir. Lê di vir de jî torpîl hebû, xwediyên cığareyan, bi piranî kar didan nasên xwe. Yên nas û dostên wan tune buya, zû zû nêçîrvanî bi dest nedixist. Car car, yên nenas û kewijî dihatın, bêrûtî dikir û hetka meriv dibir. `Ez ê bîst û pêncan, hata bixwazî sîh spiyî di livên te de nêçîr bikim,´ digot. Tu jî mecbûr diman û te digot; ´de.´ Gava yekî kewijî cığare kar dikirin, bi hevalên xwe re rûdiniştin, yê nêçîrvan, dibû Ferhoyê Uzêr Axa. Bînên kûr wî li cixarê didan hin dırşjş yşn dın dıkır. Fena cığareya esrarê di nava xeleka komikê de dolemalî dibû. Nêçîrvan ji hevalên xwe re digot; ´bi sexbîr bikşînin, bîna kûr lê medin. Kî bîna kûr lê bide, em ê wî ceza bikin, dora were em nadin wî.´ Lê dîsa jî agirê cixarê mîtrokî dirêj dima…

Di qawîşa me de, şaredar, parêzer, tixtor, endezyar, memûr, karker, qaçaxçî, esnaf, dîz, pêxwas, şivan, axa, gundiyên bêhuner, yanê ji hemî qategoriyan kes hebûn. Nefspiçûk jî û qure û pozbilind jî. Ji wan qureyan yek, ji baroya Sêrtê, parêzer Mehmed Can bû. Yên xwe di ser wan nezan û rebena re digirtin, bilî Mehmed Can jî hebûn. Ji welatê Hekaryan bigre, heya Rihayê, ji Batmanê bigre heya Mêrdînê kes kurd komkırıbğn û anibûn avştıbûn mezxenaya spıyan. Ji bona wext derbas bibe, car car me şano jî çêdikir. Ji ber tiştekî xwendinê tunebû, piraniya wext, me bi çîrokbêjan derbas dikir. Hunermendên çîrok dizanî, siqintiya cixarê nedikişand. Ferq nedikir, ji kîsê xwe, li ser xwe çîrok gotiye an çîroka gelêrî.

Rojekî berêvarê ez, Ömer, Şaredarê Qilabanê Ehmed Axa, ji Otobos Gurubu Mehmûdê sêzdeh salî, makînîstê Sînemaya Dîlanê Nazo, ji pêxwasên diyarbekrî Mehemed Boynîkara, -hevalên wî jê re digotin ´Bextreş- em li ser renzaya min û Ömer, li ber şibakê rûniştine suhbetê dikin. Ji ber ku dewletê em têr nedikirin, yên fena min birçîbûn dayax dikir, lê zarûkên fena Mehmûd… Gundê Mehmûd Farê ji şibaka me xuya bû. Mehmûd li gundê xwe dinêrî, -qey birçî bû- hêsirên wî dihatin xwarê û digot; ´ez zanim, ana diya min mehîrê dikelîne…´ Bi wê xemgîniya Mehmûd, em hemî xemgîn bûn.

Qey suhbeta me hinekî sar bû. Em bêdeng man. Ji bona civata me dîsa geş bibe, qey kurmê cixarê hatibû Bextreş, got; ´ez ê ji we re çîroka kuştina Teymenê di Newrozê (1980) de li Sînemaya Dîlan hat kuştin bêjim.´

Bala min kişand.

Berê jî min çend car guhdariya Bextreş û serûwenên wî yên Stenbolê, Edenê, Îzmîrê kiribûn. Bextreş dizanî serpêhatiyên xwe diramatîze bike û bi giramerê vebêje. Pirêzeyên wî li ba min hebûn. Zimanî wî şîrîn bû. Ew nedikeniyan, lê meriv dida kenandin. Yekî fena hindiyan esmer û xwînêşrîn. Qet dirûvê pêxwasan pê nediket.

Ez hay li berya kuştina Teymen hebûm. KUK; DDKD, Riya Azadî UDG ava kiribûn û li ser navê UGD li Diyarbekir bi hev re Newroza 1980 pîroz kiribûn. Ji bona belavoka Newrozê di sînemayên Diyarbekir de bixwînin, sê sînemayên mezin li hev parê kiribûn. Dê mîlîtanên DDKD belavok li Sînemaya AR, yên KUK ê li Sînemaya EMEK û yên Riya Azadî jî li Sînemaya DÎLANÊ belavok bixwenda. DDKD û KUK ê bê qeza belavoka xwe xwendibûn û bi selametî vegeriyabûn. Lê mîlîtanên Riya Azadî li Sînemaya Dîlanê hetikîbûn. Qeza ji destê wan derketibû. Wexta fîlm diqede, ji ber ku mîkrofon li hemî ciyên sînemayê hene, gava ji daîreya makînîst, di operloran de dest bi xwendina belavokê dikin, hevalên wan ji bona ewleyiyê li ber deriyê derve, nahêlin kes ji sînemayê derê. Teymenekî ku cilên sifîl lê ne, ji bona yên ber derî nahêlin derê, dijmînê NEWROZê û kurdan dide. Yê devê derî jî cercûra demançeyê tê de vala dike. Min ewqas dizanî. Li ser wê şevê, ji devê pêxwasekî Diyarbekir çîroka kuştina Teymen ji min re zêde balkêş hat. Min eciband, de Bextreş… Bexreşê me bi tirkiya xwe ya diyarbekrî, ya Elî Paşa an binê Bedenê bibêjim, wisa dest pê kir:

Haberdiyarbakir

About The Author