Seboka me dîsa lotikên Asenakî avêtin

Beşek ji Elewî, sosyalîst (Kemalîst) û çepên çirto virto li serê PKK jî û li serê Kurdan jî bûne belayek mezin. Wek tevna pîra reş xwe li bedena PKK û Kurdan pêçane. Ji bo ku PKK û Kurdan ji xeta netewî dûr bixin û bi Kemalîzmê ve pîne bikin, çi ji destê wan tê dikin, xwedê heye. Divê meriv heqê wan nexwe, karê xwe baş dikin. Yek ji wan jî xaltîka we Sebo ye, ango Sebahat Tuncel e.

sabahat tuncel KopieHevseroka HDP ( Halklari Devşîrme Partîsî) Sebahat Tuncel, di 21.12.2013an de li Zanîngeha Bîlkentê tev li konferansekê bû û çend lotikên dûrî Kurdayetîyê avêtin. Bi gotinek din, dîsa di devê me Kurdên xwelîliser de rît.

Sebokê çi bêje başe hûn zanin?

Gotiye: „Ez jin im, Elewî me û sosyalîst im“.

Û Kurdbûn?

Kurdbûn jî ketiye quzê kerê!

Seboka ku bi dengê Kurdan bûye parlamenter û bi eslê xwe Kurd e, nabêje ez Kurd im. Pênc qirûşan bi Kurdbûnê nade. Ew jî wek Kemal Kiliçdaroglû, Kamer Genç û hezaran Kurdên din ên Kemalîst, bûye çeqilmast û em Kurdên xwelîliser jî dîsa gûyê wan dixwin û dengê xwe didin wan.

Di konferansê de yekî jê pirsîye:

„Gelo wek sosyalistekê dîtine we di derbarê fikra „Mafê çarenûsî – ango milletek qedera xwe bi xwe tayîn bike“  çiye? Gelo tu di derbarê qedera milletê Kurd de  çi dibêjî?

Asena Sebo çi bêje başe?

Mafê her netewekî ye ku qedera xwe bi xwe tayîn bike. Em vî mafî wek mafê dewletbûna nabînin. Bila dewlet çênebê lê civatek demokratîk pêk bê. Dema dewlet çêbibe hingê pirsa çînî(tebeqî) jî peyda dibe. Barzanî li gel Amerîka petrolê difroşe û dixwe. Kurdên Tirkîye jî mafên xwe yê jîyanek hevbeş li gel Tirkan bikar tînin. Piranîya Kurdan li Tirkîye dijîn. Kurdan pirsa xwe ya etnîqî(netewî) çareser kirine. Emê bi hevre îcar pirsgirêka kedê çareser bikin“ filan û bêvan û jehr û ziqûm.

Hûn lotikên Asena Sebo dibînin ne wilo?

Hem sosyalîst e, hem mafê çarenûsî qebûl dike, lê xanimê mafê çarenûsî wek mafê dewletbûnê nabîne.

Aha ji we re sedî sed mejîyê Kemalîstên çep. Sedî sed mejîyê Kemalo û Kemalîzmê. Sedî sed mejîyê dijminatîya riknê milletê Kurd!

Ê başe hey te di devê Kurdên xwelîliser de rîtê, Kurdan kengî û li ku pirsgirêka xwe ya etnîqî çareser kiriye ha? Ma bûne dewlet? Na. Ma bûne federasyon? Na. Ma otonomî û xwelîserîya demokratîk bi dest xistine? Na. Ma nasname û zimanê wan di makzagonan de bi fermî hatiye qebûlkirin? Na. Ê naxwe ka çareserkirina pirsgirêka etnîqî, Sebokêêêêêêêêêêê!?

Axir, Seboka me dîsa xwelîya 101 bavê Kemalîzmê li serê me Kurdan kir.

Û mafê wê ye jî ellahwekîl.

Çima hûn zanin?

Êêêêêêêêê, heta Elewî û sosyalîstên Kemalîst (û bi ser de jî jin) rêberên Kurdên xwelîliser bin, wê serê me di nava axê û qûna me jî belbelotî ezmanan be kekooooooo…..!

Stenbol

 

About The Author